AMED - Rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, ji girtîgehê hate berdan.
Çaremîn danişîna doza rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de ceza li Selamet Turan hate birîn û biryara tehliyeyê hate dayin. Piştî biryarê, rojnameger Selamet Turan ji Girtîgeha Amedê hate berdan.
Selamet Turan, ji hêla malbata xwe, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û hevalên xwe ve bi çîçek û çepikan hate pêşwazîkirin.