'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'

  • jin
  • 09:01 18 Kanûn 2024
  • |

STENBOL - Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Ayşe Ozdamarê diyar kir ku Rojava hêviya hemû gelan û jinan e û got: "Girîng e em jî hêviyê bidin wê berxwedanê." Aktivîsta TJA'yê Selcan Sayiyê jî got: "Em heta dawî li cem berxwedana Rojavayê ne."

Ligel êrişa Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku rejîmê rûxand, êrişên Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên Artêşa Neteweî ya Sûriyeyê (ANS) li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dikin. Rêveberiya Xweser ragihand ku danûstandinên agirbestê yên bi navbeynkariya Amerîkayê têk çûne. Bertekên li hemberî êrişên ku gelek sivîl hatine qetilkirin dewam dikin. Endama Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayşe Ozdamarê û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Selcan Saygiyê diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirineke mîna ya Îsraîlê li Xezeyê pêk bîne.
 
Ayşe Ozdamarê diyar kir ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê wê aştiyê neyne welêt û wiha got: "Di rastiyê de ev yek dema ku serdest û desthilatdar ji bo serketinê diqîriyan wiha bû. Hema bêje li her derê erdnîgariya em pê dizanin xwîn diherike. Xwîna gelan û baweriyan diherike. Dîmeneke wiha heye. Bi taybetî jî rewşa li Rojavayê bi giranî bandor li kurdan dike. Êrişeke pir dijwar heye. Pergaleke azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk heye. vê pergalê tehemul nakin. Hebûna mînakeke bi vî rengî desthilatdaran bi taybetî jî sermayeya kapîtalîst bi awayekî cidî bêzar dike. Dewleta ku herî zêde li tunekirina vê yekê difikire, dewleta tirk e, ji ber ku sedema bekaya xwe bi tunekirina kurdan ve girêdidêe."
 
 'BI EŞKERE KOMKUJÎ PÊK TÊ'
 
Ayşe Ozdamarê diyar kir ku dewlet li dijî gelê sivîl qetlîamên dijwar pêk tîne û got ku bi vî rengî dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kurdan xalî bikin û got: "Desthilat dixwaze qirkirineke mîna ya Îsraîlê ku li Xezeyê kir, pêk bîne. Bi ekere, li be rçavê hemû cîhanê vê yekê dike." 
 
'JI BO TEVAHIYA JINÊN CÎHANÊ MÎNAK E'
 
Ayşe Ozdamarê destnîşan kir ku berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinên hemû cîhanê dibe mînak û got: "Ji ber vê yekê jî di hedefa desthilatdariya zayendperest de ye. Bi baweriya min pêkhatina azadiya jinê ya li wir ji bo hemû jinan hêviyek e. Jina kurd ne bi tenê ye, bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' xwe birêxistin kiriye. Ji bo hemû jinên li herêmê bûye mînak. Jinên li Sûriyeyê pr diqiqlqilin, ji lew re dizanin wê êrişeke mezin li hemberî wan pêk bê. Tekane hêza ku barbartiya DAIŞ'ê têk bibe 'jn, jiyan, azadî' ya li Rojavayê ye."
 
'ROJAVA HÊVIYEK E'
 
Ayşe Ozdamarê diyar kir ku pêkhateyên wekî HTŞ û SMO awayê guherbar ê DAIŞ'ê ne û got: "Rojava îro li Sûriye û Rojhilata Navînê mînakeke gelekî girîng e. Rojhilata Navîn veguheriye xwîngermeke mezin û şer belav bûye. Herêmên din ên her tim di bin êrişên dewleta tirk de bûn, lê bi kêmanî ev salek e êrişeke wiha berfireh pêk nehatibû. Ji bo wekî hêviyekê bimîne divê rojava bê parastin."
 
'ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVAYÊ'
 
Aktivîsta TJA'yê Selcan Saygiyê jî diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinan pêk tên û got: "Êriş di heman demê de bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî' ve girêdayî ne; em nikarin vê yekê bêyî wê bi rengekî serbixwe bi rê ve bibin. Desthilat ji bo kurd bi tu awayî û li tu cihan nebin xwedî statu, piştgiriyê dide çeteyan. Li Rojava şoreşek bi pêşengiya jinan pêk hatiye û modeleke ku nîşan dide nasname û olên cuda çawa dikarin bi hev re bijîn heye. Em careke din tekez dikin ku em ê bi jinên li Rojavayê re bin û heta dawiyê li gel berxwedana Rojavayê bin. Silav li jinên li Rojavayê li ber xwe didin." 
 
MA / Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

22/12/2024
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin