HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku ew ê di konferansa ku dixwazin di serê sala 2025'an de li dar bixin de girîngiya aştiyê vebêjin û ji bo gel û baweriyên di bin tehdîdê de forûmekê li dar bixin.

Sala 2024’an ji siyasetê heta aborî, ji tenduristiyê heta ekolojiyê, ji perwerdeyê heta darazê di gelek qadan de bû saleke cihê krîzên kûr. Ji ber ku piraniya çavkaniyên welêt ji bo êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xerckirin, bû sedem ku di nava salê de aborî hîn xerabtir bibe. Karker, teqawid, jin, ciwan û zarok di nava xizaniyê de têkoşîna jiyanê didin û li welêt hejmara betalan 11 milyon û 246'an. Zêdebûna enflasyonê jî ranewestiya. Li gor daneyên ku TUÎK'ê di meha Mijdarê da eşkere kirin, enflasyona salane bû ji sedî 47,09. Li gorî daneyên enflasyonê yên meha Mijdarê yên ENAG'ê, enflasyona salane ji sedî 86,76 e. Polîtîkayên şer û krîzên piralî ên di encamê de bûn sedem ku desthilat di hilbijartinên herêmî de winda bike. AKP, di hilbijartinên herêmî de ket rêza duyemîn û li gelek bajaran şaredarî winda kirin.
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo ku kêmnetewe, bindest û yên vederkirî li dijî polîtîkayên desthilatê di nava siyaseta Rêya Sêyemîn de bicivîne, tevahiya salê xebatên xwe berdewam kir. HDK’ê li dijî berxwedana kedkaran, çalakiyên qeyûman, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê her tim li qadan bû. Her wiha di 3’yê Mijdarê de bi dirûşmeya “Bi hêvî, bi berxwedanê bi hev re ber bi azadiyê ve" 13'emîn Lijneya Giştî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. HDK'ê di meclısa ku li dar xist de ji gelek beş û qadan pêkhateyên xwe yên nû berfireh kir. Hevberdevkên nû yên HDK'ê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû ne.
 
 
Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglu der barê geşedanên sala 2024'an û nexşerêya desteyê ya dema pêş de axivî.
 
ARMANCÊN HDK'Ê
 
Kenanoglû da zanîn ku geşedanên di sala 2011'an de ku HDK hat avakirin û pêvajoya heyî dişibin hev du. Kenanoglû diyar kir ku di her du serdeman de jî li Sûriyeyê şer derketiye û li ser çareseriya pirsgirêka kurd gengeşe hatine kirin. Kenanoglû got: "Dema HDK hat avakirin, em di pêvajoyeke ku şaredarên bi kelepçe dihatin girtin re derbas dibûn. HDK, di serdemeke ku daneyên aboriyê pir ketibûn û hemû qadên civakê di tengasiyê de bûn, hatibû avakirin. HDK wekî platforma têkoşîna hevpar a hemû gel, bawerî, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên pîşeyî û saziyên baweriyan hat avakirin. HDK, ji bo Tirkiye demokratîk bibe, ji bo aştî were û nêvengên pevçûnî bi dawî bibin, aborî baş bibe û li Tirkiyeyê karker, kedkar, jin û ciwan mafên xwe bi dest bibin nêvengeke têkoşînê ava kir." 
 
Kenanoglû anî ziman ku wan di nava salekê de bi dirûşmeya "Cardin HDK dîsa HDK" lijneya xwe ya giştî li dar xistiye û got: "Dema ku mirov li vê meclisê li hawîrdora siyasî û aborî dinêre, dişibe pêvajoya damezrandina HDK'ê. Van hemûyan bi rastî ev tişt derxistin holê: Ev kar ne ew kar in ku ji siyasetê re, yanî tenê radestî aktorên siyasî bê kirin. Divê hemû qadên civakê di van karan de cih bigirin. Em dizanin ku pirsgirêka kurd a ku di rêza pêşî ya van pirsgirêkan de ye û şerên li erdnîgariya me bi tevahî bandorê li jiyana me dikin. Yanî bandorê li jiyana demokratîk, jiyana civakî û jiyana aborî ya Tirkiyeyê dikin. Ji ber vê yekê nêrînek heye ku divê pêşî hêla civakî ya vê meseleya aştiyê bê zeximkirin û civak daxilî nava vî karî bibe." 
 
FORÛMA HEVPAR A GELAN Û BAWERIYAN
 
Kenanoglû diyar kir ku di pêvajoya lijneya giştî de bal kişandine ser xebatên rêxistinî û di vê çarçoveyê de ji motokûryeyan heta karkerên kaxezên bermayî gelek komele û sazî beldar bûne. Kenanoglû got: "Ji bo HDK'ê qadên nû yên têkoşînê derketine holê." Kenanoglû anî ziman ku ew plan dikin ku di serdema nû de konferansa aştiyê li dar bixin û got: "Bi organîzekirina forum, panel û civînên herêmî yên li Ege, Çukurova, Behra Spî, Behra Reş û Marmarayê, divê em ragihînin ku aştî ne tenê aştiya tıiteki ku dı navbera gelê kurd û Tirkiyeyê de ye, meseleya her kesi ye. Li aliyê din li Sûriyeyê gelek tişt guherin. Em dizanin ku Rojava bi giştî di bin xeteriyê de ye. Elewiyên li Lazkiyeyê di nava fikarên mezin de ne. Tirs û fikarên xiristiyanên li Sûriyeyê hene. Ev girîng e; ji ber ku wê ev yek bandorê li Tirkiyeyê bikin. Li vir rola HDK’ê derdikeve pêş. Di vî warî de em di meha Çile de hevdîtina gelan û baweriyan li dar bixin. Heta nûnerên civakên li Sûriyeyê dijîn jî dê bên cem hev û di forumê de vê mijarê gengeşe bikin."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Kenanoglû anî ziman ku ji bo jiyana gelan, bawerî, beşên bindest û hemû pêkhateyên civakî pêdivî bi pêkhateyên rêxistinkirî heye û wiha dewam kir: "Serkeftin ancax bi avakirina xeta têkoşîna hevpar a gelên bindest, bawerî, nasname û zayendan pêkan e. Bi vê ferasetê hemû gel, bawerî, pêkhateyên civakî yên bindest dikarin serkeftinê bi dest bixin. Banga me ya ji bo pêkhate û nasnameyan ev e: HDK platformeke têkoşînê ya hevpar e. Em bang li her kesî dikin ku di sala 2025'an de di vê platformê de têkoşîna xwe mezin bikin."
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

01/01/2025
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in