NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî hêzên wan didomin HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk di nava du rojan de 358 êriş birine ser hêzên wan.
Tevî biryara PKK’ê ya agirbestê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn, Garê û deverên din ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk gelek caran êrişî hêzên wan kiriye.
HPG’ê, di daxuyaniyê de ragihand ku dewleta tirk di 18’ê Nîsanê de li dijî tunelên wan ên li Girê Amediyê ku dikevin rojavayê Zapê, bi çekên qedexekirî êriş klrine. HPG’ê, diyar kir ku di 18'ê Nîsanê de jî artêşa tirk Girê Bagarê yê li rojavayê Zapê carekê bi balafirên şer bombebaran kir. Bi domdarî HPG’ê da zanîn ku di 18 û 19'ê Nîsanê de qada Lolanê ya li herêma Xakurkê 5 caran, qadên Zêvkê, Girgaşê, Sipîndarê, Mijê û Dêreşê yên li herêma Garê 115 caran, qadên Şêlazê û Bêşîlî yên herêma Metînayê 14 caran, Girê Amediyê û Girê Baharê yên li rojavayê Zapê 224 caran û bi giştî 358 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
HPG’ê, got ku hêzên wan jî li dijî êrişan di 18’ê Nîsanê de li qada Sergelê ya li rojavayê herêma Zapê bi droneyeke kamîkazeyê li dijî obusekê çalakî li dar xistine û îmha kirine. Her wiha HPG’ê got ku di 19'ê Nîsanê de jî hêzên wan li Girê Amediyê ya li Rojavayê Zapê li dijî hêzên êrişî tunelên wan dikirin çalakî li dar xistine.