AMED - Li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin.
Cemaeta Ermen, li Dêra Ermenan a Surp Gîrago a li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê pîroz kirin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn.
Pîrozbahî, bi ayîna ji hêla Keşe Arsen Ekînciyan ê Patrîkhaneya Ermenan peywirdar kiribû ve dihat birêvebirin, dest pê kir. Keşîş jî beşdariya ayînê bûn û di ayînê de çîroka Hewa û Adem a di Incîlê de hate vegotin. Keşe Arsen Ekînciyan, di weazê xwe de girîngiya aştî û xwişk-biratiyê vegot.
Bi bidawîbûna torenê re Cejna Paskalyayê bi kade û hêkan hate pîrozkirin. Welatiyên hatin dêrê, find vêxistin û dua kirin.