Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in

  • rojane
  • 21:59 26 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Ragihandina QSD'ê Ferhat Şamî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya tirk a "Bendava Tişrînê bi temamî di bin kontrola SMO’yê de ye" derewand û got: "Em li vir in, em ê li vir bin."

Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhat Şamî, daxuyaniya Wezareta Parastinê ya tirk a ku dibêje bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên SMO’yê de ye, derewand.
 
Şamî li ser bendava Tişrînê daxuyanî da û pêvajoya şer jî nirxand.
 
Nirxandina Ferhat Şamî bi vî rengî ye:
 
 "Îro 26'ê Kanûna 2024'an saet 17:20'an e. Em niha li bendava Tişrînê ne. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker bi rêya Wezareta Parastinê îdîa kir ku bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên dagirker de ye. Lê belê hebûna me û hevalên me yên li vir, gotinên wan vala derxist.
 
Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e hewl dide li dijî gelê herêmê qirkirinê bike, bi êrîşên xwe yên li ser bendavê û gundên derdorê re komkujiyên xwde didomîne. Şervanên QSD’ê bi hemû pêkhateyên xwe re 20 roj in berxwedaneke mezin dimeşînin. Şervanên QSD-YPG-YPJ’ê bûne bingeha serkeftinên ku gelê me li dijî dagirkeriyê bi dest xistiye. Wek tê dîtin ev bendav bi temamî di destê hêzên QSD’ê de ye. Pevçûn li derdora gundê Ebû Qelqel ê li bakurê bendavê ye.
 
EV NE ŞERÊ BENDAVÊ YE, ŞERÊ HEBÛNÊ YE
 
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide moralê çeteyên xwe yên li vir bilind bike. Di berxwedana 20 rojan de nêzî 450 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û gelek wesayîtên wan ên weke tank û top hatin rûxandin. Em li vir in û em ê li vir bimînin. Hevalên me li vir li ber xwe didin, derbên giran li dagirkeran dixin û ji bo parastina gel û herêma xwe canê xwe feda dikin. Em bang li hemû ciwanên xwe yên herêmê dikin ku di van refan de cihê xwe bigirin.
 
Îro roja şerefê ye, ev şer ne tenê şerê bendav û gundan e, şerê hebûnê ye. An em ê hebin, an em ê hebin, an em ê hebin! Pêwîste her kes bi moral û manewiyeke mezin were vir û tevlî berxwedanê bibe. Ev berxwedan wê siberoja me ronî bike û destê me xurt bike. Ger berxwedan nebe emê. stûxwar bin û li Sûriyeyê ti tiştekî me wê nemîne. Lê belê ev berxwedan wê hebûna me îspat bike û rewşa me ya pêşeroja Sûriyeyê diyar bike. Berxwedana me wê bi serketinê tacîdar bibe."
 

Sernavên din

27/02/2025
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir
11:28 Ji bo daxuyaniya dîrokî dê li Silêmaniyê ekranên mezin bên danîn
11:12 Ji Ewropayê ji bo banga dîrokî daxuyanî: Em li navendên civakî bên gel hev
10:27 Li Rîzeyê bi awayekî keyfî lêpirsîn li girtiyan tên vekirin
10:26 Rêveberiya Xweser êrişa ser Şedadê şermezar kir
10:25 Ji bo peyama Abdullah Ocalan gel vexwendin Qada Şêx Seîd
09:52 Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:50 Tehliyeya Esmer ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:09 Wekî delîl nehatibûn qebûlkirin: Dîmenên îşkenceyê derketin holê
09:05 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
09:05 Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev
09:02 Şaredariya Sûrê wê navenda derûnî û şêwirmendiya hiqûqî ya jinan veke
09:01 Li Şirnexê şerê taybet: Polîtîkaya bêcezatiyê îstismarê zêde dike
09:00 ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir