WAN - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, rêveberiya qeyûm li gel JIN Kart û Karta Civakî; xebatên di warê rê, av, qenalîzasyon, îmar, jin, ciwan û çandê de jeî betal kirin.
Wezareta Karên Navxweyî di 15'ê Sibatê de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de kir. Yekemîn tişta ku qeyûm kir, projeyên civakî yên ji aliyê şaredariyê ve dihatin meşandin betal kir. Di nav van de xebata Jin Kart û Karta Civakî jî hene. Her wiha gelek îhale û projeyên bajêr ên di warê rê, av, kanalîzasyon, îmar, jin, ciwan û çandê de hatin rawestandin.
Rapora mehane ya qeyûmê ya ku ji aliyê endamên meclisa şaredariyê ya DEM Partiyê ve hat amadekirin tiştên ku qewimîne eşkere dike. Çend sernavmn di raporê de wiha ne:
XEBAT HATIN BETALKIRIN
Qeyûm, Planên Îmarê yên ji bi taxên Kalecîk,, Şemsîbey û Seyrantepeyê betal kir. Qeyûm bi vê re planên îmarê yên ji bo Westan, Taxa Cevdetpaşa ya Rêya Armûşê, Taxa Şabaniye ya Artemêtê û Taxa Abdurrahman Gazî ya Taxa Tuşbayê jî betal kirin.
Projeya veguhestina rêya hesinî ya rêveberiya DEM Partiyê jî hat betalkirin. Her wiha xebata tespîtkirina avahiyên xesardîtî jî hat betalkirin.
XEBATÊN ÇANDÎ HATIN BERALKIRIN
Kursên ziman ên kurdî, farisî û îngilîzî yên ji aliyê Rêveberiya DEM Partiyê ve hatibûn destpêkirin hatin betalkirin û hat hînkirin ku perwerdehiya konservatûarê (şan, piyano, keman, baxleme) tê astengkirin.
Qeyûm lênihêrî ya ji bo kesên xwedîdezavantaj û extiyar û paqijiya mala wan jî daye betalkirin.
XEBATÊN JINAN
Hat ragihandin ku projeya gundê jinan ku wê li Taxa Bardakçi li ser qadeke 128 hektarî bihata çêkirin û çandinî lê bihata kirin jî hatiye betalkirin. Hewr wiha gelek kargehên xaliyan ên li gelek taxan hatin vekirin jî hatine girtin. Li gel vê Jin Kart ku jin sûd jê digirtin û Karta Civakî jî hatine betalkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku îhaleyên binesaziyê jî hatine betalkirin. Her wiha hat diyarkirin ku îhaleyên ava vexwarinê yên 63 taxên gundewarî hatine betalkirin.