NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê li gelek bajaran hatin protestokirin. Di çalakiyan de banga “komkujiyan bidin sekinandin” li NY’ê hate kirin.
Têkildarî êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê li gelek bajaran hatin protestokirin. Di çalakiyan de êriş hatin şermezarkirin û banga li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku bikevin nava tevgerê.
AMED
Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Komeleya Alimên Olî (ALÎM-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji komkujiyên li dijî gel û baweriyan ên li Sûriyeyê re bibêje bes e” hate hilgirtin.
Hevseroka Şaxa PSAKD’ê ya Amedê Ayfer Artan di daxuyaniyê de got ku hewceye NY û saziyên navneteweyî li dijî komkujiyên ser Elewiyan bêdeng nemînin. Ayfer Artan, anî ziman ku divê li Sûriyeyê pergaleke li ser bingeha hemwelatiya wekhev û neteweya demokratîk were avakirin û got: “Divê temînata ewlehî, çand û jiyana gel di çarçoveya qanûn û destûra bingehîn de bê pênasekirin. Heke paradîgmaya li Rojava bê berfirehkirin û civak xwedî lê derkeve, dikare pêşiya van komkujiyan were girtin.”
DÊRSIM
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî meş li dar xist û daxuyanî da. Bi sedan kesên li Kolana Hunerê hatin gel hev, heta Qada Seyîd Riza meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Bêdeng nemîne biqîre komkujiyan bide sekinandin” û “Kujer HTŞ hevkarê wê AKP” hatin berzkirin. Rêveberê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Emîralî Genç di daxuyaniyê de got ku roja HTŞ’ê rêveberî bi dest xistî heta niha Elewiyan hedef digire û gelek tiştên dermirovî kir.
Genç, xwest ku di serî de Tirkiye hemû hêzên emperyal û yên herêmî piştgiriya xwe ya fînansî, lojîstîk û aborî ya bi HTŞ’ê re qut bikin û got ku faîlên van sûcên li dijî mirovahiyê divê bên darizandin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî komkujiyên komên paramîlîter şermezar kir û got: “Em li erdnîgariya xwe vê zîhniyetê baş nas dikin. Em li Qada Seyîd Riza careke din dibêjin; Elewî dê serî li ber zîhniyeta yekperest netewînin.”
ENQERE
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), DEM Partî, Platforma Alimên Olî (DÎADER) û DAD jî li Cemxaneya Ana Fatmayê hatin el hev û komkujiya li dijî Elewiyan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komkujiya li dijî Elewiyan a li Sûriyeyê bi destê çeteyên HTŞ û cîhadîstan tê kirin şermezar dikin” hate hilgirtin.
Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Melahat Teke di daxuyaniyê de got ku HTŞ roja bûye îktîdar heta niha li dijî Elewiyan komkujî, tecawiz, înfaz, xesp û hwd. dike. Melahat Teke diyar kir ku nabe rejîma Baasê ku Esad nûnertiya wê dikir û Elewî li gel hev bên nirxandin û got: “Her carê me bi êşeke mezin dît ku pêvajoya şer a li Sûriyeyê bi polîtîkayên neteweperest û olperstiyê biencam nabe. Pêşeroja azad û demokratîk a li Sûriyeyê tenê bi mezikirina qadên jiyanê yên Elewiyan, Kurdan, Durziyan, Ereban, Xiristiyanan û gelên din pêkan e. Yên ku tevî bi zîhniyet û pratîka HTŞ’ê dizanîn jî piştgirî dayin, hêzên ew rewa kirin li hemberî van komkujiyan bêdeng in. Ev yek nayê qebûlkirin. Em vê zîhniyeta ku çeteyan weke dewlet dibîne, li dijî komkujiyan bêdeng dimîne û medya û kesê piştgiriyê didin vê zîhniyetê jî şermezar dikin.”