Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve

RIHA - Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes meşiyan û banga xwedîderketina li destkeftiyên Şoreşa Rojava hate kirin.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Pirsûs a Rihayê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 12’an de didome. Bi hezaran kes beşdarî nobetê bûn û ber bi sînorê Kobanê ve meş hat lidarxistin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, bi hezaran kes bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" ji bo meşê hatin gel hev. 
 
Dema bi hezaran welatî hatin ketina Elîgorê, cendirmeyan xwestin GBT’ê bikin û li ser vê yekê welatî ji wesayîtên xwe paya bûn. Girseya ku hevserokên giştî yên HDK, DEM Partî û DBP’ê û serokên giştî yên partiyên Kurdistanî jî di nav de bûn, ber bi Elîgorê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên bi berîqetên cendirmeyan hatin astengkirin, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" berz kir û meşa xwe domand. Di meşê de pankarta "Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin û xelkê Elîgorê jî tev li girseyê bû. 
 
Ji ketina Elîgorê heta dawiya bajarokê meş hat lidarxistin û li vir daxuyanî hate dayin. 
 
‘DÊ ŞOREŞA ROJAVA TÊK NEÇE’
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî di daxuyaniyê de wiha got: “Ez, Şoreşa Rojava silav dikim û nemiran bi bîr tînim. Rojava tê wateya 33 rêwiyên xeyalan. Pirsûs, têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar e. Şoreşa Rojava, hêviya hemû gelên cîhanê û stêrka dibiriqe ye. Pergaleke ku rêya ronahiyê li vê xaka bi tarîtiyê hatiye dorpêçkirin e. Kobanê neket û dê nekeve. Şoreşa Rojava neket û dê nekeve.” 
 
‘STATÛYA ROJAVA BI TÊKOŞÎNÊ HAT BIDESTXISTIN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî li ser navê Partiya Komunist a Kurdistanê axivî û wiha got: “Îktîdarê ji bo xwe ji dîrokê ders negirtye. Em li vir bangî dagirkeran dikin; dê gelê berxwedêr ê Rojava serî netewîne. Di demeke êrişên wiha li ser Rojava de dê kî çekên xwe radestî hikûmeta Şamê bike? Em bangî wan dikin, ma we statûya gelê Kurd nas kiriye? Na. Tu gel êdî rejîmên yekperest, dewletperest naxwazin. Yên israr dikin bila li îradeya gel binêrin. Gelê Rojava statûya xwe bi têkoşîna xwe bi dest xist. Divê rêberiya Şamê vê statûyê qebûl bike. Heke em bibin yek dê bikarin Rêveberiya Xweser biparêzin. Nexwe em ê têk biçin. Hêzên dagirker ji bo berjewendiyên xwe dibin. Ma em çima ji bo destkeftiyên xwe nebin yek.” 
 
‘EM LI DIJÎ ÊRIŞAN DERKEVIN’
 
Endamê MYK’a Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî wiha got: “Dixwazin mîna sed sal berê dîsa Kurdan bikin çar parçe. Lê gelê me îro bi ruhê 2014’an diherike ser sînor. Roj roja yekitiya Kurdan e. Roj roja yekitiyê û parastina dilê Kurdistanê Kobanê ye. Em careke din li Pirsûsê bang dikin; nabe ku 60 milyon kes li Rojhilata Navîn bêstatû bijîn. Kurdan serî netewand û dê netewînin. Banga me ji bo hemû cîhanê ye, li dijî êrişan derkevin û Rojava biparêzin.” 
 
‘PARASTINA JIYANA DEMOKRATÎK FERZ E’ 
 
Li ser navê DÎK’ê jî Dunayser Mendelkanî axivî û wiha got: “Rojava, mala jiyana azad e. em, komkujiyên li dijî Rojava û li ser Elewiyan şermezar dikin. Banga me ji bo aliman e; yekitiya gelê Kurd ji bo parastina Rojava girîng e. Banga me ji bo gelên Ereb, Kurd û bawermendan e; yên van komkujiyan dikin xwedî zîhniyeta Fîrewnan e. Têkoşîna li dijî van ferz e. Parastina jiyana demokratîk a li Rojava ferz e.” 
 

Sernavên din

07/03/2025
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin
11:02 ‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’
10:36 MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne
10:33 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavan biavêje û agirbestê ragihîne
10:29 'Divê di pêvajoya muzakereyan de jin hebin'
09:58 Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan
09:54 Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e
09:40 Di banga dîrokî de 10 rojên krîtîk: Gelo dê dewlet gavan biavêje?
09:38 Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
09:06 Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin
09:05 Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin
09:04 Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Ocalan li Amarayê bibîne
09:03 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên
09:00 ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
08:47 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
03/03/2025
21:59 Bahçelî di 27'ê Sibatê yeko yeko li endamên Şandeya Îmraliyê geriya
21:56 Gelê Cizîrê nobeda Tişrînê dewr girt
16:34 Rapora binpêkirinên mafan a girtîgehên Kirşehîrê: Dawî li binpêkirinên mafan bînin