MÊRSÎN - Piştî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê, gel li pêşiya avahiya şaredariyê ya hatiye dorpêçkirin kom dibe.
Hevşaredarên DEM Partiyê yên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê îro di danê sibehê de di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, gotin “qeyûm hatiye tayînkirin.”
BIRYARA NEPENIYÊ JI BO DOSYAYÊ DAN
Hat ragihandin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayin û hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.
Welatiyên ku li taxên cuda yên navçeya Akdenîzê kom bûn, binçavkirin û qeyûm bi meşê protesto kirin. Gel, li pêşiya şaredariyê kom dibe. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Bedriye Kuş got ku dê rê nedin hewldana tayînkirina qeyûm û ev tişt anî ziman: “Em bang li gelê Mêrsînê dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve.”
Gelê li pêşiya şaredariyê kombûyî, dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Qeyûmê dizek ji şaredariyê bicehime” berz kir.