STENBOL - Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Titiz, bal kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka kurd, diyar kir ku di vê pêvajoyê de erka xwe pêk bînin.
Parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan li Îmraliyê serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û peyama Ocalan a ji 7 xalan pêk dihat ji raya giştî re hat parvekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz têkildarî hevdîtinê û pêvajoyê axivî.
‘DIVÊ EM BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNIN CIH'
Mertcan Tîtîz da zanîn ku ligel hevdîtinan hê jî tecrîd dewam dike û wiha axivî: “Her çiqas hevdîtinên bi birêz Ocalan re pêk tên bi awayekî rêkûpêk nebûne jî peyama Ocalan gihîşt raya giştî û diyar e ku ji bo pêvajoyê amade ye, ev tiştek erênî ye. Li aliyê din piştî ku bi birêz Ocalan re hevdîtin hat kirin pirsgirêka kurd dîsa hat rojevê û di warê rewabûnê de derfetan diafirîne. Wek SYKP em jî di ferqê de ne ku rîskên vê pêvajoyê hene. Hebûna rîsk û talûkeyan nayê wê wateyê ku ka em mêze bikin dê çi bibe. Berevajî wê divê em jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di vê pêvajoyê de çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin.”
Tîtîz bi bîrxist ku şandeya DEM Partiyê bi partiyan re hevdîtinan dike, divê hinek derdorên civakê re jî hevdîtinan pêk bîne. Tîtîz diyar kir ku hikûmet li dijî hewldanên aştiyê êrîşan didomîne.
PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN
Tîtîz balkişand ser 7 xalên ku Ocalan ji raya giştî re parvekiriye û wiha axivî: “Bloka desthilatdar, bi vekirina mijarê di nava ‘ewlekarî û terorê’ de, bi qutkirina têkiliya xwe ya bi veguherîna demokratîk re, ji bo meşa xwe çarçoveyek diyarkirî dixwaze. Lê pir erênî ye ku birêz Ocalan vê bi pirsgirêka demokrasiyê ve girêdide. Bahçelî ji destpêkê ve pirsgirêkê li ser pirsgirêka kurd û tirkan teng dike. Lê belê birêz Ocalan bêyî ku biratiya kurd û tirkan ji holê rabike peyva gel bi kar tîne. Ev yek ji xalên herî girîng ên peyamê ye. Dibêje ku pirsgirêka kurd wê çawa bê çareserkirin, bi pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Dîsa em ji zimanê ku bi kar tîne û ji hin îfadeyan fêm dikin ku birêz Ocalan zimanekî ku xwe bi muxatabên xwe re wek hev dihesibîne bi kar tîne, lê van gotinan hemûyan bi awayekî erênî, li gorî berjewendiya hevpar a hemû gelan tîne ziman. Li aliyê din birêz Ocalan bang li me hemûyan dike ku vê pêvajoyê bi veguherîna demokratîk ve girêbidin.” Tîtîz da zanîn ku di vê pêvajoyê de gotinên hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari hatine berevajîkirin.
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN GIRÎNG E’
Tîtîz bibîrxist ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Abdullah Ocalan balkişandiye ser mafê hêviyê û ev mafekî xweyî ye, divê pêk were û wiha got: “Birêz Ocalan serokê yek ji aliyên şer die ye. Lê di heman demê de gelê kurd bi salan kampanyayên 'Ocalan vîna min a siyasî ye' meşand. Îro jî bi israr dibêje 'Navnîşana çareseriyê Îmrali ye, sermuzakerevan birêz Abdullah Ocalan e'. Di van şert û mercan de eger alî bi awayekî wekhev nûnertiya xwe nekin, pêvajoyeke rasteqîn a aştiyê wê hêviyên wan bi temamî pêk neyne. Azadiya fizîkî ya Ocalan girîng e û divê pêk bê ku li gorî wê tevli pêvajoyê bibe û hevdîtinan pêk bîne.”
MA / Omer Îbrahîmoglu