NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê Taybet ê Pirsgirêkên Kêmanan ê NY’ê Nicolas Levrat ji Îranê xwest ku biryara darvekirina Pexşan Ezîzî betal bike û wiha got: “Ezîzî Kurd e lewma ev ceza lê hatiye birîn. Ev ceza, rewşa Kurdên li Îranê jî radixe ber çavan.”
Rojnameger û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di destpêka Çileya 2025’ê de cezayê darvekirinê erê kir.
Raportorên Taybet ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 14’ê Çileyê de gotin ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, li dijî hiqûqa navneteweyî ye û xwestin bê betalkirin. Parêzeran ji bo jinûvedarizandinê serlêdan kirin û biryar hate dayin ku bicihanîna biryara darvekirinê bê sekinandin. Lê belê biryar hat dayin ku rewşa girtî ya Pexşan Ezîzî bidome.
Raportorê Taybet ê Pirsgirêkên Kêmanan ê NY’yê prof. Nicolas Levrat têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
'DELÎLEKE DARIZANDINA ADILANE TUNE YE’
Levrat, diyar kir ku Pexşan Ezîzî endama “kêmana” Kurd e lewma ew mudaxilî doza wê bûne û wiha got: “Anku daxilbûna min a dozê ne ji ber jinbûna wê, ji ber Kurdbûna wê ye. Lê rejîma Îranê bi taybet jî jinan hedef digire. Ezîzî jineke Kurd e û ji ber xebatên xwe yên li herêmên Kurdan ên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê tê darizandin. Ev yek, rewşa Kurdên li Îranê jî nîşan dide. Îran, bi bicihanîna biryara darvekirinê re dê Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê bike. Rayeya me ya ku em yekser mudaxile bikin tune ye. Tenê em dikarin ji bo ev ceza jinûve were nirxandin dengê xwe bilind bikin. Di vê dozê de tu delîl nînin ku darizandineke adilane hatibe kirin. Bi qasî em dizanin, tawanbariya tê kirin ji bo vî cezayî mafdar derxîne têr nake.”
'REWŞA KURD TÊ DE DIJÎN PIR XERAB E’
Levrat, anî ziman ku weke raportorên taybet tenê dikarin bertekê nîşanî binpêkirinên mafan bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Têkildarî binpêkirinên mafan her roj îdia tên kirin. Em jî bi rêya şandeyan lêkolînê dikin û heke îdia cidî bin, bi dewleta eleqedar re dikevin nava pêwendiyan û jê daxuyaniyê dixwazin. Hêzekî me yê taybet tune ye. Em mecbûr ni bi hikûmetan re bixebitin. Û heke hikûmet qebûl bike em rapora xwe pêşkeşî Konseya NY’ê bikin, em dikarin ji bo başkirina rewşa heyî û sepanan hewl bidin dewletê qaneh bikin. Lê mixabin rewşa Kurdan a li welatên lê dijîn gelek xerab e û zehmet e mirov bi wan hikûmetan re hevkariyê bike. Rejîma Îranê heta niha tu gavên erênî ji bo pêşniyaran neavêtiye. Dizanim ka di mijara mafên jinan û bi taybet jî Kurdan li îranê çiqas zehmet e. Û hewl didim bi rayedarên îranî re hevdîtinê bikim. Lê ev ev ewqas hêsan nîne. Biçûk jî be gavan diavêjim. Dizanim ev yek dê tiştên pir mezin bi xwe re neyîne lê qet nebe hêviya min ew e ku bandoreke erênî bike.”
MA / Hîvda Çelebî