AMED - Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn diyar kir ku xebatên kanên madenê ligel xwezayê di warê tenduristiyê de jî dibin sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê.
Xwezaya gelek bajaran bi taybetî Amed, Şirnex, Agirî û Colemêrgê ji ber xebatên maden, darbirîn, bendavên ewlehiyê, petrol, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) û Santrala Jeotermalê (JES) tê wêrankirin. Li herêmên ku wêrankirina xwezayê lê tê kirin mirov neçar dimînin koç bikin.
Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn diyar kir ku texrînbata ekolojîk, xwedî paşxaneyeke dîrokî, bîrdozî û aboriyê ye. Sezgîn got: "Pêkanîna sîstemên dewletê yên di van sê aliyan de, bi taybetî di pêvajoyên pevçûnan de, zirareke mezin dide mirovan û ekosîstemê. Vegerandina vê zirarê hema bêje ne mimkûn e. Di vî warî de em li dijî her cure şer in."
Sezgîn îşaret bi wê yekê kir ku pêvajoya pevçûnan zirareke mezin daye erdnîgariya Kurdistanê û got: "Di dema lêgerîna madenê de bi sedan madeyên kîmyewî di bin erdê de tên bicihkirin û tên teqadin. Di vê rewşê de, qirêjî di çavkaniyên ava bin erdê û axê de çêdibe. Her wiha wêrankirina ekolojiyê jî. Piştî maden tê derxistin û pêvajoya perçebûnê dest pê dike, wê gavê qirkirina ekolojiyê çêdibe. Ji lew re di jihevkirin siyanur û madenan de ew made di avê de tên bikaranîn. Ev hem dibe sedema xerakirina qalîteya hewayê hem jî qirêjbûna avê. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî."
Sezgîn xwest ku kesên rastî texrîbatan tên bila xwe bigihînin komeleya wan.