RIHA - Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn diyar kir ku xeyalên Tirkiyeyê li berxwedana Tişrînê qelibî ye û wiha got: “Em hêza xwe ji gel digirin. Dayikên me dê berxwedana vê derê ji zarokên xwe re bibêjin û wisa mezin bikin.”
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê di roja 50’an de didomin. Dewleta tirk a ku nikare pêş bikeve, êrişên xwe yên hewayî yên li dijî bendavê û dedora wê zêde kir. Di êrişên heta niha de herî kêm 21 sivîl hatin qetilkirin û 203 jî birîndar bûn.
Fermandara Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Serya Efrîn têkildarî berxwedana li Bendava Tişrînê ji ajansa me re axivî.
PLANÊN WAN LI BERXWEDANA TIŞRÎNÊ QELIBÎN
Sarya Efrîn, diyar kir ku li Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin tê raberkirin û wiha got: “Şerekî ku berxwedanê efsanewî dike heye. Êrişên bejahî û hewayî didomin. Bi êrişên HTŞ’ê yên ser rejîmê re hemwext, dewleta tirk û çeteyên wê jî êrişî Rêveberiya Xweser kir. Armanca wan ew bû ku ji Cerablusê heta Reqayê pêş bikevin. Dixwestin Tişrînê dagir bikin û piştre bikevin Tebqa, Reqa û Kobanê. Lê ji ber berxwedana li Tişrînê nekarîn bi ser kevin. Li gorî wan dê Tişrîn di rojekê de bixistina. Lê ji hêla leşkerî ve nekarîn. Sedema vê ne tenê leşkerî ye. Hedefa Tirkiyeyê ew bû ku xwe bigihîne Reqayê û Rêveberiya Xweser tune bike. Ev xeyalên wê hêj didomin. Dixwsaze gelê Kurd û pêkvejiyana bi gelên din re tune bike.”
'EM LI VIR IN, LI BENDAVÊ NE’
Sarya Efrîn, got ku ew li bendavê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku em li vir bin ew ê nekarin vir derbas bikin. Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn. Çavê hemû gelan li berxwedana Tişrînê ye. Yek ji sedema destpêkirina çalakiya nobetê jî xwedîderketina li vê berxwedanê bû. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Gelê me jî bi vê dizane lewma xwedî lê derdikeve. Dayikên me dê vê berxwedanê ji zarokên xwe re bibêjin û dê wan zarokan mezin bikin. Zarokekî bi vê heqîqetê dizane jî berxwedanê jibîr nake.”
'YA GIRÎNG BAWERÎ Û HÊVÎ YE’
Sarya Efrîn, bi lêv kir ku êrişên dewleta tirk û SMO’yê vala derketine û axaftina xwe wiha qedand: “Her ku êriş dikin, rêhevaltiya me xurtir dibe. Ev rastiyeke me ya dîrokî ye. Em li vir bi taktîkên cuda yên leşkerî pêş dikevin. Lê ya herî girîng bawerî û hêvî ye. Bêguman windahiyên me çêdibin, şehadet çêdibin. Lê aliyê din nikare yek gavê pêş bikeve. Soza me ew e ku êrişan li Minbicê bidin sekinandin. Ji bo vê jî fedekariyeke mezin tê dayin. Gelê me li vir nobetê digire. Tevî ku dijminê me ji hêla teknîkî ve serdest e jî, bi saya gelê xwe em ê bi ser kevin. Bila Tirkiye jî baş bizane ku em zarokên gelê Sûriyeyê ne. Tirkiye, dagirker e. Em di wê baweriyê de ne ku dê berxwedana me bi ser keve. Gelê me jî ji bo vê şehîd dibe. Me çavên xwe dît bê ka dema êrişî vir dikin moralê wan çawa xerab dibe, çawa bêhal dimînin û çawa ji şer direvin. Xwe dispêrin teknîka Tirkiyeyê. Lê em xwedî baweriyê ne. Bi saya vê berxwedanê dê gelê Kurd û biratiya gelan jî nas bikin.”
MA / Ceylan Şahînlî