STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî diyar kir ku bi girtin û binçavkirina siyasetmedaran re hewl didin xebatên wan krîmînalîze bikin û got: “Biryarên pir ji zû ve hatibûn dayin, xwendin.”
Di 21’ê Çileyê de bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) û Konfederasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de hate girtin û 41 kes hatin binçavkirin. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş, Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara û Hevseroka Giştî ya SGDF’ê Berfîn Polat jî di nav de 34 kes di 24’ê Çileyê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
'LI HUNDIR Û DERVE TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî têkildarî binçavkirin û girtinan axivî û got: “Bêyî îfadeyên wan li dozgeriyê bên girtin sewq kirin. Biryarên pir ji berê ve hatin dayin, li rûyê hevalên me xwendin. Bi temamî bêhiqûqtî ye. Îdiayên ji bo hevalên me dikin jî, yekser hedefgirtina têkoşîna azadî û sosyalîzmê ye. Hevalên me ji ber têkoşîna demokratîk, tevlibûna kongreyan tên darizandin. Hewl didin xebatên wan ên siyasî krîmînalîze bikin. Lê çi bikin jî hem li hundir hem jî li derve ev têkoşîn dê bidome. Em jî dê li derve têkoşîna hevalên xwe bidomînin. Ew bi serbilindî ketin eywanên dadgehan û dê bi serbilindî têkoşîna xwe bidomînin. Divê hemû hêzên ked û demokrasiyê, hêzên sosyalîst ji bo mezinkirina têkoşîna rêhevalên me seferber bibin.”
'HÊVIYA ME HER TIM MEZIN E’
Endamê SGDF’ê Sezgîn Zevkîbol ku hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan jî wiha got: “Dixwazin ESP, SGDF û rojnameya Atilimê krîmînalîze bikin. Xebatên me bi ser diketin û çawa dîtin em xurt dibin, operasyon kirin. Polîsan gef xwarin û gotin dê ev operasyon bidomin. Me jî got ku ew çi bikin jî dê têkoşîna me bidome. Rewşa hevalên me baş bû. Jixwe em li benda van biryaran bûn. Hêviya me her tim mezin e.”
'EM Ê DOZA QIRKIRINA SIYASÎ VALA DERXÎNIN’
Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHP) Ozlem Gumuştaş jî got ku binçavkirin û girtin di çarçoveya “hiqûqa dijminatiyê” de hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Tu aliyeke hiqûqî yê vê lêpirsînê tune bû. Di serî de kongreyên ESP û SGDF’ê, hemû xebat hatine krîmînalîzekirin. Ne tenê kesên hatine girtin, tevahiya endam, rêveber û alîgiran xistine vê çarçoveyê. Îktîdar bêçare ye û dixwaze bi rêya darazê hêzên şoreşger-demokratîk tesfiye bike. Em jî dê li dijî van êrişan hem li hundir hem li derve li ber xwe bidin. Em ê di demekî herî nêz de vê komployê vala derxînin.”
MA / Yeşîm Tukel