AMED - Di êrişên ser Bendava Tişrînê de ambulans hedef hatin girtin û 3 tenduristvanan jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak got ku hedefgirtina tenduristvanan sûcê şer e.
Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li Bendava Tişrînê û derdora wê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pevçûnên dijwar diqewimin. Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê di 8’ê Çileyê de çalakiya nobetê hate destpêkirin. Ji ber êrişên hewayî yên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter, ji 8’ê Kanûnê ve rojnameger, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 26 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 227 kes jî birîndar bûn. Di êrişên heta niha de gelek ambulans jî hedef hatin girtin. Di êrişan de 3 tenduristvan hatin qetilkirin.
'SÛCÊ ŞER E’
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak, diyar kir ku hedefgirtina sivîl û tenduristvanan a li Tişrînê sûcê şer e û wiha got: “Li dijî hiqûqa şer e. Mixabin li Tişrînê sivîl hedef tên girtin. Hedefgirtina tenduristvan û ambulansan ji xwe li dijî qanûna şer a navneteweyî ye. Li ku dibe bila bibe, çi şert dibin bila bibin, hedefgirtina tenduristvanan sûcê şer e.”
Yildiz Ok Orak, destnîşan kir ku di demeke li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê axaftin de êrişên bi vî rengî di nava civakê de rê li ber bêbaweriyê vedike û ev tişt anî ziman: “Li rexekî hevdîtin tên kirin, li rexekê şer heye û li rexa din jî sepanên cuda hene. Ev yek sere me tevlihev dike. Hedefgirtina sivîl û tenduristvanan baweriya me tune dike. Em dixwazin şer xelas bibe, aştî pêk bê û gel bi xwe qedera xwe diyar bikin.”
'DIVÊ SIVÎL Û TENDURISTVAN DI EWLEHIYÊ DE BIN’
Yildiz Ok Orak, xwest êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê şer bi dawî bibe û aştî çêbibe. Divê sivîl û tenduristvan bên parastin û her kes li gorî qanûnê şer tevbigere.”