NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Mahmood Reza Amiry-Moghaddam, diyar kir ku ku di 5 mehên dawîn de her roj nêzî 6 kes tên îdamkirin.
Komara Îslamî ya Îranê ji ber cezayên îdamê her tim di rojeva saziyên mafên mirovan de ye. Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Mahmood Reza Amiry-Moghaddam têkildarî cezayên îdamê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û da zanîn ku li Îranê sala 2024’an bû sala binpêkirinên mafan.
Amiry-Moghaddam diyar kir ku sedema îdama tirsandina civakê ye dewleta Îranê dixwaze bi cezayê îdamê ya ji bo Pexşan Ezîzî ve li pêşiya çalakiyên girseyî yên dema qetilkirina Jîna Amînî de hatibûn lidarxistin bigire û wiha axivî: “Em dizanin ku 2-3 sal berê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tevgerek çêbû, li herêma kurdan û herêmên din yên Îranê jinên kurd bi awayekî çalak beşdarî van çalakiyan bûn. Ji ber vê yekê ji bo di pêşerojê de çalakiyên bi vî rengî pêk neyên li gorî xwe tedbîran digirin. Li gorî hiqûqî di bingeha van îdaman nîn e. Niha cezayê îdama ya ji bo Ezîzî rawestandine, gotin ku dê jinûve li ber çavan derbas bikin û dibe ku dîsa cezayê îdamê bidin. Paşvegavêtina rayedarên Îranê di encama zextên navneteweyî û kampanyayên parazvanên mafên mirovan yên li Îranê û derveyî welat pêk hat.”
DI MEHA COTMEHÊ DE HERÎ KÊM 168 KES HATIN ÎDAMKIRIN
Amiry-Moghaddam anî ziman ku hersal têkildarî mijarê raporan amade dikin û dê hefteyên bê rapora xwe aşkera bikin û wiha got: “Saziya Mafê Mirovan a Îranê ji sala 2008’an vir ve derbarê darvekirinên li Îranê raporên salane amade dike. Wisa xuya dike ku di mijara darvekirinan de sala herî xirab sala 2024 bû. Me raporên mehane jî weşand. Wek mînak di meha cotmehê de herî kêm 168 kes hatin darvekirin û herî zêde di vê mehê de darvekirin pêk hatin. Nemaze jî di 4-5 mehên dawî de rojane 4-6 kes hatin îdamkirin.”
Amiry-Moghaddam da zanîn ku rejîma Îranê di nav krîzeke mezin de ye, nikare pirsgirêkan çareser bike û ji bo temenê rejîmê dirêj bike îdaman pêk tîne û got, “Di bîra me hemûyan de ye ku DAIŞ'ê dema rêveberiyê bi dest bixe bi înfazên komî dest pê kir û ev dîmen di hişê mirovan de ma. Ji ber vê yekê, cezayê mirinê wek amûrek hêzdar dibînin. Lê ji aliyê din li Îranê jî li dijî cezayê darvekirinê bertek zêde dibin. Dibe ku we kampanyaya 'Ji Darvekirinê Sêşeman re Na' bihîstiye. Ev tiştekî nû ye ji ber ku bi gelemperî piraniya xwepêşandan û kampanyayan li ser girtiyên siyasî yên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin in. Lê niha em dibînin ku xelk jî ji ber sûcên din tên îdamkirin bertek nîşan didin.”
JIN TENÊ TÊN HIŞTIN
Amiry-Moghaddam got ku têkildarî darvekirinên jinan ÎHR’ê salên derbarê 2010-2014’an de bi navê ‘Li Îranê Jin û Cezayên Îdamê: Perspektîfa Zayenda Civakî’ rapor amade kiriye û bi vê raporê ve xwestine balê bikişînin ser zayenda civakî. Amiry-Moghaddam da zanîn ku li Îranê bi piranî mêr tên îdamkirin lê cezayên ku ji bo jinan tên dayîn di civakî de balê nakişîne û wiha got: “Mînak ji sedî 70 jinên ku cezayê îdamê li wan hatine birîn ji ber kuştina partnerên xwe tên sûcdarkirin. Dema ku em van dozan lêkolîn dikin, em çîrokên şîdeta nav malê dibînin. Mafê jinan ya devjiberdana mêr tune. Ji ber vê yekê, jinên ku li dijî tundûtûjiya nav malê têkoşiyan, hewl dan ku xwe ji têkiliya destdirêjiyê rizgar bikin. Ji ber qanûn piştgirî nade wan. Jin ji bo xwe biparêzin dikevin nav hewldanan. Wisa kirin ku bûkên zarok neçar man ku ji kesên ku şîdetê li wan dike re bizewicin. Ji ber vê yekê, gelek qanûnên cûdaxwaz û faktorên civakî hene, û ev ji bo jinan cûda ye, ji bo mêran cûda ye. Mînak em dibînin ku jinên ku ji bo darvekirinê tawanbar têne cezakirin, nemaze ji bo sedemên ne siyasî tên sûcdarkirin bi gelemperî ji hêla malbatên wan ve tenê têne hiştin. Toreke ku piştgirî bide wan tune. Em nikarin têkildarî van jinan agahî bigirin, ji ber ku li girtîgehan derbarê wan de kêm agahî tên.”
ÎRAN DI ÎNFAZA ZAROKAN DE YEKEMÎN E
Amiry-Moghaddam da zanîn ku li Îranê li dijî zarokan jî gelek cezayên îdamê tên dayîn û zarok jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku zarok beriya 18 saliya xwe bi îdaman re rûbirû dimînin û wiha axivî: “Îran darvekarê zarokan herî mezin a cîhanê ye. Di 35 salên dawîn de, li cîhanê zêdetirî ji sedî 70 îdaman li Îranê pêk hat. Di mijara cezakirinê de cûdahiyê dixin navbera zarokên keç û kur. Ji bo vê yekê, yek ji pêşniyarên me ev e ku civaka navdewletî zextê li Îranê bikin ku ji bo ceza temenê kamilbûnê wek şert bê danîn. Her wiha divê sînorê zarokbûn û ne zarokbûn bibe 18. Lêbelê, wan heta niha ew qebûl nekir. Li welatek ku mafên mirovan vê astê têne binpêkirin, rewşa zarokan pir xirabtir e.”
LI KURDISTANÊ CIVAK BÊHTIR BIRÊXISTINKIRÎ YE
Amiry-Moghaddam bibîrxist ku rejîma Îranê piştî çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ li herêmên Kurdistan û Belucistanê zext zêde bûne û di dema çalakiyan de bi piranî kurd û belucî hatine qetilkirin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku rejîma Îranê jinan wek hemwelatiyên duyemîn dibîne, her wiha ji ber baweriyên xwe kurd û belucî her tim bi zextan re rûbirû dimînin û wiha got: “Li herêma Kurdistanê civak bêhtir bi rêxistinkirî ye. Ji bo cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî şermezar bikin grevên mezin pêk anîn. Li gorî herêmên din bêhtir xwe organîze dikin. Ev rayedarên Îranê ditirsîne, ji çalakiyan ditirsin. Ji ber vê yekê ev demeke dirêj li nemaze li Kurdistanê zext zêdetir in. Ji ber fikrên xwe yên siyasî Şîrîn Elemhulî hat îdamkirin. Her wiha cezayên îdamê didin aktîvîstên kurd. Ev jî nîşan dide ku rejîm ji bo tepisandinê bêhtir zextê li civakê dike, lê ez bawer nakim ku rejîm bi ser bikeve.”
‘JI SEDÎ 90’Ê ÎDAMAN NAYÊN BIHÎSTIN’
Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê xebatên rêxistinên mafên mirovan tên qedexekirin, ji ber vê yekê nekarin li Îranê xebatan bimeşînin lê li hemberî hemû talûkeyan li Îranê toreke wan a bihêz heye û wiha got: “Dema ku mijar dibe cezayê îdamê, ji sedî 90’ê îdaman ji hêla medyaya fermî an çavkaniyên fermî ve nayên ragihandin. Ew serî li me, li çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê didin. Û ji ber parvekirina agahiyan heke kesek were girtin, ew bi cezayên pir giran re rûbirû dimînin. Lê, em dibînin ku bêtir kes bi me re têkilî datînin û têne cem me. Loma jî ez difikirim ku stratejiya tirsê ya rejîmê bi ser nakeve. Lê ji bo me ewlehiya çavkaniyên me ya herî pêşîn e. Em tu carî vê yekê naxin xeterê. Li derveyî Îranê rayedarên Îranê hewl didin me bitirsînin, lê ev yek tu bandorê li xebatên me nake.”
Amiry-Moghaddam anî ziman ku niha bala civaka navneteweyî li ser geşedanên navbera Îran û Îsraîlê de diqewimin e û rejîma Îranê jî ji bo darvekirinan vê weke firsend dibîne. Amiry-Moghaddam herî dawî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku piştevaniya wan bikin û girîngiyê bidin mijara mafên mirovan.
MA / Hîvda Çelebî