SÊRT - Li Sêrtê li dijî tayînkirina qeyûm meşeke girseyî hat lidarxistin.
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji peywirê hatin girtin û li şûna wan waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hate tayînkirin. Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin didome. Girseya ku li Taxa Gapê hate gel hev, bi dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” ber bi pêşiya şaredariyê ve meşiya.
Bi hezaran kes tev li meşê bûn û esnafên bajar jî bi çepik, tililî, nîşaneyên serkeftinê û dirûşman piştgirî dan meşvanan.
Girseya ku hat pêşiya şaredariyê, li vir bi dirûşmên “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime”, “Qeyûmê diz” û “Qeyûm dê biçe gel dê bên” bertek nîşanî tayînirina qeyûm dan. Piştre jî girseyê dest bi nobetê kir.