NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk stasyona avê ya li gundê Şiyûx a Jorîn a Kobanê bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk stasyona avê ya li gundê Şiyûxa Jorîn a Kobanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de stasyon ji xizmetê derket.
Xelkê navenda Kobanê û gundên wê pêdiviya xwe ya avê ji vê stasyona pêşwazî dikir ku di 2’yê Sibatê de bû hedefa balafirên şer ên dewleta tirk.