* Hevseroka DEM Partiyê yê Stenbolê Gonca Yangêz diyar kir ku nexşerêya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pisûleyeke girîng e û Eşref Yaşarê DBP'î jî diyar kir ku kurd dixwazin nasname û zimanê wan bê naskirin.
* Serokê Giştî yê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku ew piştgiriyê didin aştiyeke muhtemel û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin."
* Hevserokê Komeleya Rêvebiriya Afetê û Piştevaniyê Şerefxan Aydin diyar kir ku erdhej tenê di salvegeran de tên bibîranîn û got ku dersên pêwîst nehatine girtin û hê jî avahiyên bêkontrol tên çêkirin.
* Hatîce Atan "keça manewî" ya Tayyîp Erdogan, avahiya dîrokî ya Birca Belek a ku 9 sal in desteser kiriye, tevî daxwaza Wezareta Çand û Tûrîzmê jî vala nake.
* Çiyayê Gabarê ku talana neftê lê didome, piştî birîna daran niha jî bi dînamîtan tê tunekirin.
* Reşat Ozdîl 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wî cara sêyemîn e ji ber zexta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya “poşmantiyê” tê taloqkirin.
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li Amed, Wan û Stenbolê deklarasyona xwe ya bi dirûşma “TJA xwe bi nasnameya xwe birêxistin dike, em bi şikandina tecrîdê jiyanê azad dikin” eşkere bike. (10.30- 13.00) ZINDÎ
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê li Şirnexê tev li “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” bibe. (11.00) ZINDÎ
* Li dijî xespkirina îradeyê dê li Sêrt û navçeya Akdenîz a Mêrsînê bên protestokirin. (12.00-14.00)
*Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê ji bo girtiyê nexweş ê 78 salî û endamê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îsa Ozgan li avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li merasîma bîranînê ya bi boneya 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li Xaçerêya Nexweşxaneya Akdenîzê tê lidarxistin bibe. (17.30)