AMED - Hevserokê Komeleya Rêvebiriya Afetê û Piştevaniyê Şerefxan Aydin diyar kir ku erdhej tenê di salvegeran de tên bibîranîn û got ku dersên pêwîst nehatine girtin û hê jî avahiyên bêkontrol tên çêkirin.
Ji bajarên ku ji erdheja 6'ê Sibata 2023'yan ya navenda wê Mereşê pêk hat bandor bû, yek jê jî Amed bû. Li Amedê 411 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li bajarê ku gelek avahî hilweşiyan, ji bo 5 hezar û 484 avahiyan rapora xisareke zêde hat dayîn. Di nava 2 salan de xebatên hilweşandina 4 hezar û 684 avahiyan bi dawî bû û hilweşandina avahiyên din hê jî didome.
Hevserokê Komeleya Piştevaniya Afetê û Piştevaniyê (DMS) ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê li bajêr hat avakirin Şerefxan Aydin, xebatên komeleyê û rewşa dawî ya bajêr nirxand.
Aydin, anî ziman ku komeleya wan bi fikarên "avakirina jiyaneke bi hişmendiya erdhejê" tevdigere û got: "Nêzîkatiya me ya bingehîn ew e ku em jiyanê wekî erdhejê bibînin û nehêlin bê jibîrkirin."
'DIVÊ EM AMADE BIN'
Aydin diyar kir ku ji ber îhmalkariya basît bi hezaran kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û divê ji vê rewşê ders bê derxistin. Aydin diyar kir ku tevî ku 2 sal derbas bûne jî erdhej tenê di salvegeran de tên bibîranîn û wiha got: "Ji ber vê yekê tiştên ku em bikin hene. Dema bûyereke bi vî rengî ya xwezayî çêbibe divê herî kêm ji bo windahiyên wiha çênebin em amade bin."
MEXDÛRÊN ERDHEJÊ HATIN JIBÎRKIRIN
Aydin bal kişand ser hesasiyeta ku piştî erdhejê derket holê û got ku ev hesasiyet demeke kur dewam kiriye. Aydin destnîşan kir ku paşê mexdûrên erdhejê hatine jibîrkirin û got ku tenê kesên mexdûr bi rojeva erdhejê radibin û rûdinên.
Aydin diyar kir ku travmaya mexdûrên erdhejê hê jî didome û got ku ji bo ev travma ji holê rabe divê civak bi hestyarî tevbigere. Aydin destnîşan kir ku ne pêkan e ku mirov bibêje ji erdhejê derseke cidî hatiye girtin û got ku gava mirov li Amedê mêze dike piştî erdhejê bi çend rojan avahiyên bê kontrol hatine avakirin.
Aydin destnîşan kir ku divê pêvajoya avakirinê ya nû li gor xwezayê be û avahiyên ewle bên avakirin. Aydin diyar kir ku di vî warî de peywir dikeve ser milê rêveberiyên xwecihî ku peywir û karbidestî ya wan e û got ku tu avahî heya xizmeta di vî warî de negire divê neyê avakirin.
MA / Mujdat Can