ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ji bo banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bike, wiha got: “Hêviya me ew e ku ev bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de bê kirin.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Temellî, 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê bi bîr xist û got ku AKP li şûna mexdûriyetên heyî ji holê rake, hêj pirsgirêk çareser nekiriye.
Temellî, bi domdarî qala bernameyên aboriyê yên Wezîrê Darayî û Xizîniyetê Mehmet Şîmşek û got ku ev bernameye têkçûne. Temellî, diyar kir ku enflasyona li Tirkiyeyê ji ya 140 welatan zêdetir e.
PEYAMA ABDULLAH OCALAN
Temellî, pirsa têkildarî naveroka banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha bersivand: “Dema hate eşkerekirin em tevek dê bizanin. Rastiyek heye ku dê bangekî dîrokî be. Birêz Ocalan demekî dirêj e ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin têdikoşe. Lewma jî ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd dê dîrokî be.”
Pirsa rojnamegeran a “Dê bang bi çawa were kirin?” jî Temellî wiha bersivand: “Hêviya me ew e ku ev bang di rewşeke ku tecrîda li ser birêz Ocalan hatiye rakirin û azadiya wî ya siyasî pêk hatî de were kirin. Lê dê îktîdar biryarê bide bê ka dê bi çi awayî were kirin. Li gorî min îktîdar dê têkildarî vê mijarê daxuyaniyê bide.”