* Kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya HDK'ê didome. Di navbera 8-9’ê Sibatê de jî wê li ser esasê çareseriyê konferanseke navneteweyî bê lidarxistin. Jinên têkildarî kampanyaya îmzeyê axivîn, peyama aştiyê dan.
* Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir ku bi hinceta "bi muxalîfên li dijî partiyê re tevgeriyaye" ji aliyê DEM Partiyê ve hat îxrackirin, kamera li odeya koma DEM Partiyê bi cih kir.
* Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, diyar kirin ku ew ê serlêdana sûc bikin û bal kişandin ser têkoşînê.
* "Meşa Dirêj" ku li Fransayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir, didodme. Ciwanên K-kurd û enternasyonalîst wê di 9'ê Sibatê de li Almanyayê dest bi meşê bikin. Sîdar Goksuyê banga, "Em hemû ciwanan vedixwînin meşa xwe" kir.
*Bi boneya 2’yemîn salvegera Erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de li gelek bajaran dê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin û kesên jiyana xwe ji dest dayin dê bên bibîranîn. (02.00-19.00) ZINDÎ
*Danişîna doza nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê bê lidarxistin. (10.30-17.00)
*Di çarçoveya “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” de li Dêrsimê dê li hotêlekê bi gel re civîn bê lidarxistin. (12.00)
* Xebatên mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê di 8’ê Sibatê de li Amedê bê lidarxistin, dê bidomin. (11.00-19.00)
* Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê bi boneya 2’yemîn salvegera Erdheja 6’ê Sibatê li Hatayê meş û bîranîn bê lidarxistin. (15.00) ZINDÎ