NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê ji ber barîna berf û baranan hişyarî kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 6’ê Sibatê parve kir. Midûriyetê da zanîn ku ew li bendê ne ku li bajarên Sêwas, Erzirom, Qers, Meletî, Wan û Dîlokê şilope û berf bibare.
Hat ragihandin ku li başûrê Amedê baran bibare û li rojavayê Herêma Serhedê, Colemêrg û Şirnexê jî dê şilope û berfeke zêde bibare. Xelkê Bakur ji bo tevdîran bigire hate hişyarkirin.
Midûriyetê, bajarên Şirnex û Colemêrgê bi koda zer hişyar kir.