ŞIRNEX - Endamên DEDAŞ’ê tevî leşkeran li bajarokê Dêrgûlê bi hinceta “ceyrana qaçax” bi ser gund de girtin û 3 kes hatin binçavkirin.
Şîrketa Anonîm a Ceyran Perakende û Firotinê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi îdiaya “ceyrana qaçax”, tevî leşkeran bi ser gundê Çavuşan ê bajarokê Dergûlê ya Şirnexê de girtin. Xelkê gund jî bertek nîşanî serdegirtina DEDAŞ'ê da. 3 welatiyên bertek nîşan dan ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku rageşiya li gund didome û welatiyan jî bi girtina rêyan sedegirtin protesto kirin.