SEMSÛR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Semsûrê axivî û wiha got: “Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn. Ev derfete ji bo serokê HTŞ’ê bi mehfûra sor bê pêşwazîkirin tê bikaranîn lê ji bo kedkar, xizanên Semsûrê, ji bo Elewiyan û Kurdan nayên bikaranîn.”
Bi boneya 2’yemîn salvegera Erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê li gelek bajaran bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî di saetên serê sibehê de li Semsûrê tev li meşa bi meşaleyî bû û piştre jî çû serdana deverên li navçeya Kolikê hilweşiyayîn. Tuncer Bakirhan û şandeya pê re ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin qurnefîl danîn ser kavilan û çûn serdana esnafan. Piştî re jî şande çû serdana goristana li navenda bajar.
Di çarçoveya heman bernameyê de Bakirhan û şandeya pê re li eywaneke dawetan a li bajar bi gel re civîn li dar xist. Li Eywana dawetê pankarta “Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate daliqandin.
‘JI BO MIRINA XIZAN Û HEJARAN DIBÊJIN QEDER’
Bakirhan, di civîna gel de axivî û got: “Tişta sereke ya ku bûye sedema mirinan û wêraniyê, bêberpirsyartî û negirtina tevdîran e. Ji bo mirina xizan û hejaran dibêjin qeder e. Em tevek dizanin ku qeder nîne. Hikûmetbûn ew e ku tevdîran j bo karesatan bigirî.”
‘QAŞO BIRÎNÊN ME DERMAN DIKIN!’
Bakirhan, wiha domand: “Binesazî tune ye, xebateke li gorî plana îmarê tune ye. Lê rêveberiyên herêmî yên xwedî feraseta talankeriyê û wezareta hawirdor û bajarvaniyê heye. Ewqas hîn bûne ku beriya me rûxset bi hêsanî digirtin û dema me nedidayê jî diçûn ji wezareta hawirdor û bajarvaniyê digirtin. Qaşo bawermendin lê bacên erdhejê jî ji bo tiştên cuda bikaranîn. Ewqas durû ne. bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan lê ma we dît ku yek burokratekî an jî nûnerekê hikûmetê îstîfa kiribe? Çima tevî ewqas mirinan jî yek rayedar nehat darizandin? Îcar bêyî ku şerm bikin li pêşiya çendek avahiyan wêneyan dikişînin û qaşo birînên me derman dikin.”
‘HUKMÊ TU ÎKTÎDARAN HETA HETAYÊ NÎNE’
Bakirhan, wiha got: “Ma kîjan birîna Semsûrê derman kirin. Dê 64 hezar, 186 hezar xaniyan teslîm bikirana. Lê tenê nêzî 20 hezaran hatine teslîmkirin. Kesên bûne sebeba vê nayên darizandin. Hewl didin xwe xelas ibkin. Lê dê hesabê bidin. Dê nekarin bibêjin ev qeder e û xwe jê xelas bikin. Dê rojekê teqez bên darizandin. Hukmê tu îktîdaran heta hetayê nîne.”
ŞIBAND GITÎGEHÊN TÎPA F’YÊ
Bakirhan, anî ziman ku cihêkariyeke mezin tê kirin û wiha pê de çû: “Jixwe cihên çolter ên Kurd û Elewî lê dijîn tu tiştek nîne. Xelk bi derfetên xwe hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Di erdhejê de jî cihêkarî heye. Li Antakyayê xelk di nava toz û wêraniyê de dimîne. Heke ji dest bê dê me tune bikin.”
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser êrişên dewleta tirk ê li ser Bendava Tişrînê û wiha got: “Di kêliyê de ÎHA û SÎHA’yan dişînin. Li çiyê çûkek bifire tavilê F-16’an radikin. Insanên me 3 rojan di bin kavilan de qîriyan û di weşanên zindî de jiyana xwe ji dest dan. Dema hûn li medyaya alîgirê dinêrin, weke ku her tişt mîna gulistanê be nîşan didin. Avahiyan nîşan didin û reklama xwe pê dikin. Avahiyên 20 metrekareyê yên mîna hucreyên girtîgeha Tîpa F’yê çêkirine. Ma dê heta kengî we di wir de bigirin.”
‘EM Ê HESABA WÊ BIPIRSIN’
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Derfetên dewletê ji bo şer hene. Ev derfet ji bo mehfûra sor raxin ber piyên serokê HTŞ’ê tên bikaranîn lê ji bo kedkar, xizan, Elewî û Kurdên Semsûrê nayên bikaranîn. Heke derfet nebin wê demê îstîfa bikin. Siyaseta van komkujî û cînayetan nabe. Bi bacên erdhejê yên ji sala 2002’yan heta niha dikariya milyonek avahî bihatina çêkirin. Tirkiye herêma erdhejê ye. Ma tevdîr wiha tên girtin? Ma kesên tevdîr negirtin ne sûcdar û berpirsyarên vî karî ne? Dewlet sê roj piştre hat û alîkarî deh roj piştre hatin belavkirin. Leşker ji qişleyên xwe derneketin. Niha 30 kes li Semsûrê bibêjin ‘em perwerdeya bi zimanê dayika xwe dixwazin’ dê bi hezaran leşkeran bînin wir. Lê dema xelk di bin kvailan de nehiştin leşker ji qişleyan derkevin. Me ji bîr nekir, dê jibîr nekin. Jibîrkirin, li dijî kesên jiyana xwe ji dest dayin bêwijdaniyeke mezin e. Em ê ji bîr nekin, dê efû nekin û hesabê bipirsin.”