NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Wirya Hemê Kerîm li Silêmaniyeyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Di qezaya trafîkê ya li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê de rojnameger Wirya Hemê Kerîm (39) jiyana xwe ji dest da. Li gel Wirya Hemê Kerîm, kesekê din jî jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger Wirya Hemê Kerîm 13 sal bûn li NRT TV'yê dixebitî.