WAN - Xelkê Wanê li dijî hewldaneke xespkirina îradeya xwe, bêyî guh bidin hewayê sar heta serê sibehê li ber avahiya şaredariyê sekinî.
Duh 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Xelkê bajar jî bertekeke mezin nîşanî cezayê hatiye dayin da. Gel, piştî biryarê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir. Li gel ku li bajar pileya germahiyê di bin sifrê 10 dereceye jî çalakiya li pêşiya şaredariyê heta serê sibehê domiya. Di saetên şevê de li pêşiya şaredariyê agir hate vêxistin û welatiyan li dora agir bi saetan govend gerand. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî şev ronî kirin.
Gelek parlamenter û hevşaredar jî tev li çalakiya nobetê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB9 Siraç Çelîk jî tev li çalakiyê bûn.
‘KES NIKARE XWE LI BER ÎRADEYA ME BIGIRE’
Hevşaredar Dogan Hatûn di çalakiyê de got: “Gelê Wanê dîsa xwedî li îradeya xwe derdikeve. Kesek nikare li hemberî vê seknê bisekine. We çawa di 31’ê Adarê de ders dabe wan dê îro jî bidin. Gelê Kurd çawa xwedî li îrade, xak û çanda xwe derketibe dê îro jî tişta pêwîst bike. Welat ê me ye, xak a me ye, av a me ye. Tu kes nikare xak û welatê me dagir bike. Ev sedsal dê bibe sedsala me.”
‘EM Ê RÊ NEDIN XESPKIRINÊ’
Hevserokê GABB’ê Siraç Çelîk jî got: “Heta ku ev gel û berxwedan bi me re be her tim em ê bi ser kevin. Tu îrade nikarin xwe li ber vê berxwedanê bigirin. Dê tu caran bi ser nekevin. Gelê Kurd li ser pêyan e û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em ê rê nedin xespkirinê.”