AMED - Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen bal kişand ser gengeşeyên çareseriya pirsgirêka Kurd û got: "Dema ev mijar bên Meclisê, em ê ji bo veguherîna demokratîk a civak, siyaset û dewletê tevkariyeke erênî bikin."
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) Mehmet Emîn Ekmen ku helwesta partiya xwe ya di hevdîtinên li ser pirsgirêka kurd ên piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kir nirxand, diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navînê diqewimin di geşedanan de diyarker e. Ekmen anî ziman ku îradeya ku mirov dikare wekî mejiyê NATO'yê bi nav bike jî bandor li Tirkiyeyê kiriye û got: "Bi biçûkkirina Îranê, rihetbûna Îsraîlê û veguhestina çavkaniyên xwezayî yên Iraqê ji bo Ewropayê di çarçoveya 'Projeya Rêya Pêşketinê' de, armanc ew e ku herêm hinekî bi îstîqrar bibe û hin aramî peyda bibe. Bi rastî jî di navbera Ehmed El Şara û Mazlûm Ebdî de ragihandineke erênî dewam dike. Em bi hêsanî dibînin ku danûstandineke erênî heye. Veguhastina rêveberiya Efrînê ji Şamê re mijareke ku têgihîştina me ya erênî piştrast dike."
BANGAWAZIYA ABDULLAH OCALAN
Ekmen diyar kir ku ew li bendê ne ku peyama Abdullah Ocalan li ser guhertina rêbaza têkoşînê be û got: "Me nîşana herî girîng a vê yekê di hevoka bi Omer Ocalan hatibû nivîsandin de dît. Li wê derê hat gotin, 'Eger derfet û firsend ji min re bên dayîn, ez dikarim vê mijarê ji zemîna tundiyê û çekan derxînim ser zemîna hiqûq, demokrasî û siyasetê." Em vê di deklarasyona ku paşê hatibû belavkirin de jî dibînin."
Ekmen bilêv kir ku gava mirov li daxuyaniyên PKK'ê û KCK'ê û bi taybetî jî daxuyaniyên dawî yên Lijneya Rêveber ên PKK'ê mêze dike dibîne ku bangawaziya Abdullah Ocalan esas hatiye girtin.
'JI BO VEGUHERÎNÊ EM AMADE NE'
Ekmen der barê helwesta partiya xwe de got: "Me diyar kir ku ji sedî 5 îhtîmala çareseriya vê pirsgirêkê jî hebe em amade ne. Em vê yekê di du qonaxan de dibînin. Ya yekem, PKK dest ji têkoşîna çekdarî berde û li Meclisê gotin û dengê DEM Partiyê bê xurtkirin. Li vir tiştekî ku DEVA bike tune ye. Ev pêvajoyek e ku Îmraliyê, Qendîl û DEM Partî bike. Lê gava Meclis bê xebitandin, em wekî di bernameya partiya me d ejî cih girtiye ji xurtkirina rêveberiyên xwecihî, rakirina qedexeyên li ber Kurdî, daxilbûna Kurdî ya nav qada perwerdehiyê, hîsiyata welatîbûnê ya qanûnî, welatîbûna wekhev heya gelek tiştên din em ê ji bo veguherîna demokratîk a civak, siyaset û dewletê tevkariyeke erênî bikin."
ZEMÎNA QANÛNÎ
Ekmen bal kişand ser garantiya destûra bingehîn a çareseriya pirsgirêkê û wiha got: "Hinek ji van, mînak meseleyên têkildarî Kurdî, wê çareser bibin. Lê ji bo ku zimanê Kurdî di perwerdehiyê de bêhtir bê bikaranîn, divê qedexeya di destûra bingehîn de bê rakirin. Ger ku tê xwestin ku pênaseya hemwelatîbûnê ji nû ve were kirin, pêwîstî bi guherîna destûra bingehîn heye ku bi qanûnên herêmî re bê xurtkirin. Helbet ev yek dê encamên qanûnî û destûrî bi xwe re bîne."
Ekmen bal kişand ser bêdengiya AKP'ê û tayînkirina qeyûman, êriş û girtina rojnamegeran a di dema gengeşeyan de û got: "Em nikarin bi temamî ji hev cuda bikin ka ev ji ber nakokiya di nava dewletê de ye, di muzakereyên bi rêxistinê re hêmaneke danûstendinê ye, yan jî dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê bidin zanîn ku 'Binêrin, em bi Ocalan bangawaziyê didin kirin, lê dîsa jî em ji têkoşîna li dijî terorê tawiz nadin.' Em niha vê tam ji hev dernaxin. Lê ez wiha bawer dikim ku wê ev ne berdewamî be."
Ekmen bal kişand ser wê yekê ku bêçekkirin ji bo her kesî girîng e û wiha got: "Li gorî îdiayekê ji ber têkçûna pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an li Tirkiyeyê heta niha 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Em nizanin li Iraq û Sûriyeyê çend kes mirine, statîstîkên me yên pêbawer nînin. Her wiha îro civaka demokratîk a li Tirkiyeyê, çi tirk, çi kurd, çi elewî û çi sunî bi xwe bawer in ku daxwazên xw ebi awayekî herî xurt bînin ziman. Her wiha zelaliya vê tim bûye cihê gengeşeyê. Wisa bawer dikim ku alî tenê hin tiştên divê raya giştî zanibe parve dikin. Lê dibe ku li paş perdeyê nexşerêyek hebe. Dibe ku taahudên beramberî hebin. Kesên pêvajoyê ji nêz ve dişopînin baweriya xwe bi kê tînin bila agahiyên parve dikin jî bi vê baweriyê bin. Dibe ku cihê lê mêze dikin Îmralî be, DEM partî be an jî Qendîl be."
MA / Mujdat Can