ÎZMÎR - Helbestkar Alî Şeker ku helbestên xwe bi zaravayê Kirmanckî yê di lîsteya zimanên di bin xetereya tunebûnê de ya UNESCO'yê de dinivîse, diyar kir ku her ku mirov ji axa xwe dûr dikevin ziman winda dibe û got: "Hejmara kesên ku dibêjin 'fêm dikim, lê nikarim biaxivim' gelekî zêde ye."
Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1991'ê de 21'ê Sibatê wekî "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" qebûl kir. Li gorî UNESCO’yê li cîhanê 6 hezar ziman tên axaftin û hebûna 2 hezar û 500 ji van zimanan di xetereyê de ye. Di Atlasa Zimanên Di Bin Xetereyê De ya UNESCO'yê de li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xetereyê de ne. Yek ji zimanên ku di xetereyê de tê dîtin jî zaravayê Kirmanckî/Zazakî/Kirdkî ye. Bi taybetî ji dîroka komarê heta niha polîtîkayên çewisandin û asîmîlasyonê yên zihniyeta tekparêz yek ji faktorên sereke bûn ku Kirmanckî bidin jibîrkirin. Niha gelek ziman bi taybetî jî Kurdî di saziyên fermî de wekî “zimanê nenas” an jî ”zimanê X” tên binavkirin.
Yên ku li dijî zextên li ser ziman û astengiyên ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna zimanê zikmakî radibin, tevdigerin û têdikoşin jî hene. Yek ji wan kesan helbestvan Alî Şeker ê 66 salî ye ku helbestên xwe bi zaravayê Kirmanckî dinivîse. Şeker di sala 1959'an de li gundê Zaçex ê navçeya Gimgim ya Mûşê hatiye dinê. Şeker paşê piraniya jiyana xwe li Îzmîrê derbas kiriye. Şekerê ku beşek ji jiyana wî bi sînemayê re eleqedar, ji sala 1980’î ve bi wêjeyê re mijûl dibe. Şekerê ku bi zimanê xwe yê zikmakî gelek gotarnivîsandine, xwedî gelek pirtûk e.
Şeker anî ziman ku axaftina bi zimanê dayikê gelekî girîng e û got ku lê mixabin nifşên nû pir bi zimanê xwe yê dayikê nizanin.
Şeker anî ziman ku eger mirov bi zimanê xwe yê zikmakî nenivîse serî ditewîne û got ku ew hem bi tirkî hem jî bi Kirmanckî dinivîse. Şeker anî ziman ku ji ber ku di temenekî biçûk de dest ji axa xwe berdaye, xwe tam nedîtiye û got: "Di warê zimanê zikmakî de kilam gelekî girîng in, ji ber ku muzîk dikare bala her kesî bikişîne û bîranînek cuda ye. Mirov ji axa xwe dûr dikeve, bandoreke mezin li jibîrkirina zimanê dayikê dike. Ger hûn ji axa ku lê mezin bûne dûr bikevin, zimanêwinda dibe. Mixabin, hejmara kesên ku dibêjin 'fêm dikim, lê nikarim biaxivim' gelekî zêde ye."
Şeker bal kişand ser kêmbûna hestên li ser ziman û wiha got: "Xwişk û birayên di heman avahiya apartmanê de bi hev re naaxivin. Her ku dem derbas dibe em axaftinê ji bîr dikin. Dibe ku nivîsandin berdewam bike, lê dibe ku axaftin di nav civaka me de winda bibe. Em nikaribin van her duyan bigihînin hev. Kesên stranên govendî dibêjin ez ji wan aciz dibim. Stranên govendî yên herêma me 'Memyane', 'Yar yarê' hatine jibîrkirin. Gava ez van govendan dibînim kêfxweş dibim. Ev tenê li herêma me heye, li cihekî din tune ye."
Şeker anî ziman ku Kirmanckî zimanê evîn û hezkirinê ye û wiha got: "Ez di sala 2002'yan de çûm festîvala Gimgimê. Hevalekî li wir ji min re got, 'Tu bi tirkî dinivîsî. Çima tu bi zimanê me nanivîsî?' Wê demê di warê gramerê de kêmasiyên min hebûn. Min vê nakokiyê fêm kir. Gava ez hatim Îzmîrê min gelek pirtûk û çavkanî stendin. Min di vî warî de pirtûk nivîsandin. Wê demê di Rojnameya Dersimê de quncikek min hebû. Min du salan li ser hev di vê quncikê de nivîs nivîsîn. Çîrokek min di sala 2027'an de li Londrayê xelat wergirt. Ji bo zimanê me bijî divê em pir bi kar bînin."