RIHA - Der heqê girtiyên li Girtîgeha Rihayê tên ragirtin û li nezareta nexweşxaneyê di dema muayeneyê de kelemçekirina destan red kirin de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.
Der heqê 3 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê tên ragirtin û li nezareta nexweşxaneyê di dema muayeneyê de qebûl nekirin destên wan kelemçekirî bin, lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Girtî Kerem Bîlgîn, Mehmet Yazar û Şervan Muhammed di dema hevdîtina bi parêzeran xwe re de qala lêpirsînê kirin û gotin ku ji bo îfadeyê bang li wan hatiye kirin.
Her wiha parêzeran gotin ku dema girtiyên din jî diçin nexweşxaneyê ji ber heman pirsgirêkê tedawî nabin, pirsgirêka girtiyan a peydakirina ava germ heye, odeyên wan sar in û nayên germkirin û di dema serdanên malbatan de jî lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Parêzeran, diyar kirin ku Midûriyeta Tenduristiyê li girtîgehê pergala nobetê xistiye meriyetê lê bijîşk gelek caran nayên girtîgehê.