WAN - Platforma Jinan a Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tundiya polîsan a li ser kesên hatin binçavkirin da û got: “Ne êrişên we û ne jî polîsên we nikarin me bitirsînin. Em ê serî li ber polîtîkayên we yên qeyûm netewînin."
Platforma Jinan a Wanê têkildarî qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku 15'ê Sibatê de hat kirin û gelek kes bi tundiya polîsan re rû bi rû man û hatin binçavkirin, li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.
Di daxuyaniya Platforma Jinan a Wanê de ev tişt hatin gotin: “Polîtîkayên qeyûm ne tenê îradeya gel hedef dikin û di heman demê de ku têkoşîna jinê ya di siyasetê de, li kolanan û li hemû qadên jiyanê hedef digirin. Ji ber vê yekê li Wanê jinên ku ji bo parastina îradeya gel li ber xwe didin û li dijî desteserkirina qeyûman dadikevin qadan, bi awayekî sîstematîk dibin hedef û hewl didin wan bêrûmet bikin û bitirsînin.”
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Li dijî tundiya polîsan a ku jinan dike hedef, tehdît dik, demildest bikevin nava tevgerê. Bêceza hiştina van êrîşên li dijî jinan hevkarî ye. Ne êrîşên we û ne jî tundiya polîsên w nikarin me bitirsînin! Jin li kolanan, jin li qadan, jin li ber xwe didin! qeyûm wê derkevin, em ê bimînin. Em ê parastina vîna gel û azadiya jinê bidomînin.”