QERS - Hevşaredarên Qaxizmanê ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin, wiha gotin: “Têkoşîna me ne tenê bi avahiya şaredariyê bisînor e. Li ku dibe bila bibe em ê têkoşîn a xwe bidomînin.”
Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Qaxizman a Qersê Mehmet Alkan hate birîn. Piştî cezayê hefsê, îro di danê sibehê de qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li Şaredariya Qaxizmanê hate tayînkirin. Hevşaredar Mehmet Alkan û Guner Hatay ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Hevşaredar Mehmet Alkan got ku cezayê li wî hatiye birîn hiqûqî nîne û ev tişt anî ziman: “Li dijî vê biryarê me li pêşiya şaredariyê nobet da destpêkirin. Duh bi şev saet derdora 02:30’ê bi sedan polîsan bi ser şaredariyê de girtin. Me jî bertek nîşan da. Polîsan, biryara wezareta karên hundir teblîxî me kirin. Me jî got ku ev biryar biryareke bêhiqûqî ye û xesp e. Lewma me biryara teblîxê îmze nekir.”
'HEMÛ QADÊN TÊKOŞÎNÊ QADÊN TÊKOŞÎNÊ NE’
Alkan, destnîşan kir ku ew ji hêla gel ve hatine hilbijartin û wiha got: “Bi sala ye ev sepana derhiqûqî di meriyetê de ye. Hiqûq û qanûn li gorî xwe ava kirine. Îktîdar, dixwaze şaredariyên nekarî bi dest bixe bi vê rêbazê xesp bike. Tayînkirina qeyûm ji xwe re kirine rêbazek. Ev 40 sal in em têdikoşin û ji wê rojê ve em di nav gel de ne. Dê dîsa di nav gel de bin. Em ê bi pirsgirêkên gelê xwe re eleqeder bin û çareser bikin. Têkoşîna me ne tenê bi avahiya şaredariyê re bisînor e. Li ku dibe bila bibe em ê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe mezintir bikin.”
'HETA DEMOKRASÎ TÊ DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Hevşaredar Guner Hatay jî got ku ji bo xwedî li vîna gel derkevin wan nobet girtiye û ev tişt anî ziman: “Bi hincetên vala li şaredariya me qeyûm tayîn kirin. Ji roja me dest bi kar kirî heta niha me pêdiviyên gel tespît kir û di wê çarçoveyê de xizmet kir. Me hemû pirsgirêkên kronîk tespît kirin û rêyên çareseriyê jê re peyda kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê û hwd. me dest bi xebatan kir. Di van 10 mehan de me biqasî 10 salan xebat meşand. Lê niha jî şaredariya me bi awayekî derhiqûqî hate xespkirin.”
Guner Hatay, bilêv kir ku biryara tayînkirina qeyûm biryareke xespkirinê ye û wiha bi dawî kir: “Em vê biryarê nas nakin. Gelê Kurd demekî dirêj e têdikoş e. Em jî parçeyeke vê têkoşînê ne. Heta ku demokrasî û aştî tê vê xakê dê têkoşîna me bidome.”
MA / Omer Akin