AMED - MKG’ê di rapora xwe ya meha Sibatê de diyar kir ku 2 rojnamegerên jin hatine girtin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî van êrişan dengê xwe derxînin.
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya meha Sibatê eşkera kir û bal kişand ser sansûr, zext û girtinan rojnamegeran.
Di raporê de hat diyarkirin ku zextên li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibin û pîşeya rojnamegeriyê weke sûc tê nîşandan. Hat gotin ku rojnameger rastî tundî, binçavkirin, dozên nehiqûqî û sansurê tên û wiha domiya: “Azadiya çapemeniyê ne tenê mafê rojnamegeran e, mafekî sereke yê civakê jî ye.”
Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em hemû zextên li ser çapemeniya serbixwe şermezar dikin û careke din biryardariya xwe ya parastina azadiya çapemeniyê radigihînin. Rojnamegeriya serbixwe garantiya mafê raya giştî ya wergirtina nûçeyan e. Lê belê rojnameger dema karê xwe dikin û ji ber newekheviya zayendî zext li wan tê kirin. Ev rewş ne tenê parastina mafê rojnamegeran di dixe xetereyê, di heman demê de mafê hemû civakê dixe xeteriyê. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên giran ên li ser pîşeya rojnamegeriyê dengê xwe bilind bikin û hevgirtina bi çapemeniya serbixwe re zêde bikin.”
2 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Sibatê de êriş li 3 rojnamegeran hatiye kirin, 4 rojnameger hatine binçavkirin û ji van 2 jê hatine girtin, 5 rojnameger rastî zexta hiqûqî hatine û agahiyên wan hatine parvekirin. Hat gotin ku 4 malperên înternetê hatine girtin û 9 platformên medyaya dijîtal jî hatine astengkirin.
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
Di raporê de hate gotin ku 10 rojnamegerên jin girtî ne. Rojnamegerên girtî ev in: “Elîf Akgul, Elîf Ersoy (Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê), Eylem Babayîgît, Hatîce Duman (Midura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê), Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Oznûr Deger, Rahîme Karvar, Reyhan Hacioglû û Zuleyha Muldur.”