NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan û gotin ku divê îktîdar ji bo çareseriyê gavan biavêje.
Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran daxuyanî dan. Li avahiya DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê daxuyanî hate dayin û gelek dayik tev li bûn. Dayika Aştiyê Hatîce Beytur di daxuyaniyê de got ku aştî yekalî nabe û got: “Divê her du alî jî agirbestê ragihînin. Em naxwazin êdî cenazeyên zarokên me bên. Ev pêvajo yekalî nameşe. Weke Dayikên Aştiyê em destê aştî û biratiyê dirêj dikin. Dibêjin êdî bes e û bila êdî mirin çênebin. Divê êdî dayikên leşkeran jî destê xwe dirêj bikin.”
Asya Tay jî wiha got: “Em naxwazin ne dayikên Kurd ne jî yên Tirk bigirîn. Madem me qala aştiyê kiriye, divê em destê xwe dirêj bikin û hev hembêz bikin.” Kumrî Babat jî got ku divê li Rojhilata Navîn aştî serwer be û got: “Her kesî bang û peyama birêz Abdullah Ocalan xwend. Divê dewlet guh bide vê bangê. Em naxwazin êdî kesek bimire.”
EDENE
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Meclisê Suphiye Bayav, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Agirbest, yekalî nabe. Divê dualî be. Ji bo kesek nemire divê çek bên bêdengkirin û dewlet ji bo aştiyê gavan biavêje.”
Dayika Aştiyê Azîze Gultekîn jî bi bîr xist ku PKK’ê piştî bangê agirbest ragihandiye û wiha pê de çû: “Agirbesta yekalî anbe divê her du alî jî ragihînin. Divê her du alî jî çekên xwe bêdeng bikin. Banga me ya din jî ji bo dayikên leşker û polîsan e; em dibêjin ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Hûn jî werin û em bi destên hev bigirin. Bila ne canê we ne jî yê me biêşe. Ne hêsirên we ne jî yên me bila bibarin. Em bi hev re aştiyê ava bikin. Heke dewlet bi rastî jî aştiyê bixwaze, wê demê bila şer bide sekinandin. Bila qeyûman tayînî bajarên me neke û hevalên me yên girtî berde. Bila her kes azad bijî. Heke dewlet agirbestê ragihîne û hevalên me yên girtî berde, wê demê em ê jê bawer bikin ku jidil in.”