* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got: "Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike."
* Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê em vê wekî têkoşîneke hevpar û destpêkek li ser esasê jiyana hevpar bibînin."
* Hunermendan diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û hemû pêkhate piştgiriyê bidin pêvajoyê.
* Endama TJA'yê Hulya Alokmenê diyar kir ku têkoşîna jinên kurd li seranserê cîhanê xwe di jinan de daye der û got: "Rêya ku derketiye pêş perspektîfa hêviyê ye."
* Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû dest pê kir, lê bi vê re pêkanînên binçavkirin, girtin û tayinkirina qeyûman berdewam dikin. Tiştên diqewimin, hem hevdîtin hem jî provakasyonên di pêvajoya 2011-2015'an de bibîr dixin.
* Welatiyên Amedî diyar kirin ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan xeta wan a sor e û gotin: "Divê dewlet jî gavên şênber biavêje ku pêbawerî çêbibe. Nexwe bawerî pê nabe."
* Zilamên ku di perwerdeyên Akademiya Jineolojiyê de heqîqeta jinê keşf kirin, diyar kirin ku vê rastiyê nêrîna wan û têkilî û pêwendiyên wan ên bi jinan re guherandiye.
* MED TUHAD-FED û TUAY-DER dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê bi sernavê “Li girtîgehan jinbûn” panelê li dar bixe. (13.00)
* Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. Dê li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê şahî bê lidarxistin. (13.00-19.00) ZINDÎ
* Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê dê têkildarî qeyûm daxuyanî bê dayin. (13.30)
* Danişîna doza Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Alî Amak û siyasetmedarên din li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê lidarxistin. (14.00)