NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakî û xwepêşandanên jinan ên di çarçoveya 8’ê Adarê de didomin. Di şahiyan de banga tevlibûna mitîngan hate kirin.
Çalakî û xwepêşandanên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin didomin. Şaxa Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji girtiyên jin re qert şand. Beriya şandina qertan, li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em hebûn, em hene, em ê hebin, bijî 8’ê Adarê” hate hilgirtin. Seroka Şaxê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de got ku ji 3’yê Sibata 2025’an ve li girtîgehan 392 hezar û 546 girtî hene û ji van 17 hezar û 131 jê jin in.
Gulseren Yolerî, anî ziman ku jin li girtîgehan pirsgirêkên cidî dijîn û bêhtir rastî cihêkariyê tên. Gulseren Yolerî, got ku divê ji bo girtiyan mafên mirovan esas bên girtin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo pêdiviyên jinên girtî bên pêşwazîkirin û mafên wan bên misogerkirin, em dixwazin hemû sepanên rê li ber cihêkariyê vedikin bên rakirin.”
Piştî daxuyaniyê, ji Şaxa PTT’ê ya Siralievler a Beyoglûyê qert hatin şandin.
DÎLOK
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê de li Dîlokê şahî li dar xist. Şahî, li eywaneke dawetan a li navçeya Elebanê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Meclisa Jinan a DBP’a Dîlokê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê û gelek jin tev li bûn. Li eywanê pankartên “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiyê ve ye" û “Li dijî tundiya mêr-dewletê em serî radikin bi hev re ne” hatin daliqandin. Jinan jî puşiyên bi rengên kesk, sor û zer û cil û bergên Kurdî li xwe kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Sabahat Erdogan Saritaş di şahiyê de got ku Dîlok bajarê Kurdistanê yê koçberiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ji gelek parçeyên Kurdistanê kes koçî Dîlokê dikin. Dîlok, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd girîng e. Birêz Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. bi sala ye jin li ser vê xakê ji bo azadiyê têdikoşin. Divê di vê pêvajoyê de xwedî gotin bin. Tişta herî girîng a ku em di vê serdemê de bikin, rêxistinkirin e.”
Piştî axaftinan jî hunermend Şîlan Doran û Koma Azad derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Şahî, bi govend û stranan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Platforma Jinan a Mêrsînê li Navenda Çandê ya Yunus Emre ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê bi sernavê “Cînayetên jinan û zayenda civakî” panel li dar xist. Psîkolog Bêrîtan Onuk di panelê de pêşkeşî kir û bal kişand se bandora psîkolojîk a rolên zayenda civakî ya li ser jinan û bandora rolên zayendî yên li ser jiyana civakî. Piştre jî bersivên pirsa “Zayend çi ye?” û “Zayenda civakî çi ye?” hatin bersivandin. Bêrîtan Onuk diyar kir ku divê ew pratîkên xwe xurt bikin û ji bo wekheviya di rolên zayenda civakî de têkoşîna xwe mezin bikin.
Endama Lijneya Rêveber a ÇHD’ê Ezgî Ozkan jî têkildarî pêvajoyên hiqûqî yên li dijî rewşên neyînî jin agahdar kir. Ezgî Ozkan, da zanîn ku di mijara xwegihandina edaletê de jî jin paşve hatine hiştin û got ku zexta li ser Qanûna Hejmar 6284 û vekişîna ji Peymana Stenbolê bandoreke neyînî ya hiqûqî kiriye.
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.
MÊRDÎN
Jinên TJA’yî li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hatin gel hev û bi dahol û zirneyan şahî li dar xist. Şahî li Qada Cumhuriyetê hat lidarxistin û Hevşaredar Şemrexê Kudret Uçuk, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan tev li bûn. Jinan li ber dahol û zirneyê govend gerandin.
Piştre jî jinan li taxan ji bo tevlibûna mitînga jinan a ku dê di 8’ê Adarê de li Nisêbînê bê lidarxistin, xebat meşandin. Di xebatê de jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin û li def, zirne û daholê xistin.
Piştre jin dîsa li qadê hatin gel hev. Hevşaredar Kurdret Uçuk li vir axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî kesên dixwazin me bêdeng bikin û ji bo hêza têkoşîna jinan nîşan bidin, di 8’ê Adarê de biherikin mitînga Nisêbînê.”
Piştî axaftinan govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.
AMED
Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Amedê (TUAY-DER) di çarçoveya rasthatina 8'ê Adarê de bi sernavê “Di zindanan de jin” li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi beşdariya gelek jinan panel li dar xist. Fahriye Ceylan a ku 32 salan di girtîgehê de ma ye, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel û endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Adîle Salman wek axêver tev li panele bûn.
Axaftina destpêkê Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekîn kir û destnîşan kir ku li girtîgehan rewşa tecrîdê, zext, pêkutî, binpêkirinên mafan û îşkenceyê berdewam dike. Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew vê bangê silav dikin û heta hetayê piştgiriyê didinê.
Piştre axêvera panele Fahriye Ceylan axivî û diyar kir ku ew 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd ên li zindanan û li derve û li tevahiya jinên cîhanê pîroz dike û bal kişand ser rewş û mercên girtîgehan.
Piştre jî axêver Çaglar Demîrel û Adîle Salman axivîn û destpêkê 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û bal kişandin ser rewşa jinên Kurd ên li girtîgehan û binpêkirinên mafan.
Piştre panelê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.