STENBOL - Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê em vê wekî têkoşîneke hevpar û destpêkek li ser esasê jiyana hevpar bibînin."
Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku her beşê civakê xwedî berpirsyarî ye û got: "Ev daxuyanî bangawaziyek e ku li vî welatî demokrasî, dewlemendî, jiyana azad û yên dixwazin ji kedxwariyê bigire heta perwerdehiyê hemû pirsgirêkan çareser bikin eleqedar dike."
Hamzaoglû diyar kir ku pêngava ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya ku li pêşiya têkoşîna demokratîk a çareseriya pirsgirêka kurd wekî astengî tê nîşandan gaveke dîrokî ye û got: "Ev pirsgirêka ku li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd tê dîtin, di esasê xwe de çareseriya pirsgirêka ku tê de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne, çareserî ye. Bi vê bangawaziyê re dê pirsgirêka kurd a bi sedan salan bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin û şerê 40 salî bi dawî bibe. Em hêvî dikin ku wiha be. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, dibe ku li Rojhilata Navîm deriyê jiyaneke nû jî veke."
Hamzaoglû destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gaveke pir girîng avêtiye û pêvajoyek nû daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Abdullah Ocalan bang li rêxistina xwe û raya giştî ya demokratîk kir. Lê belê berpirsyariya Tirkiyeya azad û demokratîk dikeve ser milê me hemûyan. Divê em vê wekî destpêkeke têkoşînê ya hevpar bibînin. Divê em bi hev bawer bikin û wekî aktorên vê pêvajoyê tevbigerin. Belê, Abdullah Ocalan gavek avêt, wê dewlet jî gavekê bavêje, wê welat aram bibe, em ê azad bibin... na tiştekî wiha tune ye. Ger em bi ser bikevin em ê bi hev re bi ser bikevin. Roj ew roj e û niha deriyê wê veb»ye. Hêvîdar im nêvengeke baweriyê çêbibe û em bi hev re starta têkoşîneke nû bidin."
Onûr Hamzaoglû got: "Divê em vê wekî têkoşîneke hevpar û destpêkek li ser esasê jiyana hevpar bibînin."
MA / Esra Solîn Dal