AMED - Hunermendan diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û hemû pêkhate piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Hunermendan jî piştgirî da banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hunermendan bi banga ku duh li Amedê kirin, piştgiriya xwe ragihandin.
Lîstikvanê şanoyê Abdullah Tarhan bangê nirxand û diyar kir ku divê hunermend peywira xwe bi cih bînin. Tarhan destnîşan kir ku divê rêveberên dewletê li hemberî pêngava Ocalan gavan biavêjin û got: "Asîmîlasyon, tasfiye, îmha û înkar sed sal in tê meşandin. Van gelan tiştên ku li cîhanê qet nehatine jiyandin li van xakan dîtin. Pêwîst e, bêyî wext biçe gavên lezgîn bên avêtin."
Tarhan anî ziman ku divê desthilat gavên erênî biavêje û got: "Em berpisiyariyê hildigirin, divê ew jî hilgirin." Tarhan da xuyakirin ku divê civaka tirk, ji civaka kurd bêtir vê bangê binirxîne û got: "Divê ev banga dîrokî li erdê nemîne. Divê bi tu awayî kes zirarê nede vê pêvajoyê. Beriya me pêwîstiya wan bi aştî û yekîtiyê heye. Ji aliyê civakî, aborî û hunerî ve tiştek li Tirkiyeyê nemaye. Êdî bes e. Aboriya ku ji bo vî şerê qirêj tê xerckirin, divê di xizmeta vê civakê de be."
Dengbêj Şerzat Arslan diyar kir ku ew ji ber pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê hatiye destpêkirin kêfxweş e. Arslan got: "Em di wê baweriyê de ne ku ev zext û înkara li ser ziman û ramanên gelê kurd wê bê rakirin. Lewma divê êdî ev bang ne yek alî, du alî be. Divê êdî gav bên avêtin. Ji bo ev pêvajo bigihêje armanca xwe, divê hemû hunermend, akademîsyen, her beşê civakê bi berpirsyarî rabin."
‘OCALAN JI BO AŞTIYÊ PERSPEKTÎF PÊŞKÊŞ KIR'
Civaknas Halîm Barîn jî diyar kir ku Abdullah Ocalan 30 sal in li heman nuqteyê rawestiyaye. Barîn got: "30 sal berê gotibû ku ger zemîna hiqûqî û siyasî bê çêkirin, wê kurd ne evîndarê çekê bin, wê tundî bi dawî bibe. Lêgerîna aştiyê bi şer re pêk hat. Abdullah Ocalan ev bang kir û piştî pêvajoya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ev perspektîfa aştiyê pêşkêş kir."
Barîn anî ziman ku ew bangawaziyê wekî "nexşeya rêya aştiyê" dibînin û wiha got: "Em ê di vê çarçoveyê de rola xwe bilîzin. Em şopdarên vê pêvajoyê ne. Em mêze dikin ka dewlet û desthilat bi samîmî nêzî vê yekê dibin yan na. Mînak ji aliyê çand û hunerê ve qedexeyên li ser huner û çanda kurdan hîna berdewam in. Kurdî hê jî ne xwedî statuyeke fermî ye. Ev mijar samîmiyeta dewletê nîşan didin. Her wiha bi hezaran hevalên me girtî ne. Ji bo derketina wan pêdivî bi sererastkirinên hiqûqî heye. Divê bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê bibin."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Şîrvan Şîlan Çîl