AMED - Endama TJA'yê Hulya Alokmenê diyar kir ku têkoşîna jinên kurd li seranserê cîhanê xwe di jinan de daye der û got: "Rêya ku derketiye pêş perspektîfa hêviyê ye."
Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, her sal ji çar aliyê cîhanê bi milyonan jin dadikevin qadan. Ev roj, ji bo tevgera jinên kurd jî hem roja bilindkirina têkoşîna zayendî hem jî ya neteweyî ye. Aktıvista Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmen têkildarî 8'ê Adarê roja jinan û têkoşîna jinan axivî.
Hulya Alokmenê anî ziman ku têkoşîna netewî ya kurd, berevajî têkoşînên netewî yên din, azadiya jinê esas digire û got ku li ser esasê paradîgmaya "heya jin azad nebe civak azad nabe" tevdigere û ev yek ji salên 90'î heya niha li qadên 8'ê Adarê bi wate bûye.
Hulya Alokmenê da zanîn ku sedema ku têkoşîna Tevgera Jinên Kurd di nava jinên cîhanê de bertekeke bi vî rengî dîtiye pratîka wê ya jiyanê ye û diyar kir ku hêza serdest bi rêxistinbûna di hemû qadên jiyanê de hatiye pêşxistin lewaz bûye. Hulya Alokmenê got: “Me herî dawî di serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya Îranê de dît. Di vê wateyê de têkoşîna jinên kurd ne tenê di warê teoriyê de di pratîkê de jî bala jinên cîhanê kişandiye ser xwe."
Hulya Alokmenê destnîşan kir ku têkoşîna jinên kurd li seranserê cîhanê xwe di jinan de daye der û got: "Rêya ku derketiye pêş perspektîfa hêviyê ye."
Hulya Alokmenê diyar kir ku jinên kurd pêşniyaza sîstemekê danîne holê û got: “Gava em behsa feraseta zilamê serdest a 5 hezar salî dikin, em di heman demê de îtiraz dikin. Em wê naxwazin, lê bi vê re meseleya em çi datînin şûna wê heye. Em dibînin ku berhemdariya jinê û dîroka jinê hatiye dizîn. Jinên kurd ji bo careke din vê yekê radestî jinan bikin hewl didin. Pêwîst e ev bi giştî bên nirxandin. Taybetmendiya jinên kurd heye ku ne tenê li ber xwe dide, xwedî perspektîf e jî. Ji jinên cîhanê re dibe îlham. Tecrûbeyek heye. Dema jinên kurd bi jinên cîhanê re li ser platformên cuda hatin cem hev, di wê demê de dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' hat berzkirin. Ji ber ku di van platforman de gotinên xwe yên xweser anîn ziman. Ji ber ku tişta em jê re dibêjin 'Jin, jiyan, azadî' di rastiyê de dirûşmek e ku tevgera jinên kurd xwe tê de dide der."
Hulya Alokmenê îşaret bi wê yekê kir ku jin hê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: “Lê divê bi vî awayî were dîtin; Her wiha profîla jinên ku dikarin hêza xwe ya rêxistinbûyî nîşan bidin û dizanin bi hêza xwe ya rêxistinbûyî xwe biafirînin jî heye. Jinên ku li dijî jiyana heyî hene. Rêyeke ku tevgera jinên kurd daye pêş, di wateya şopandina wê rêyê de hêviyek heye, feraseteke ku jin jê bawer bikin û bêjin 'em ê çareseriyê li vir bibînin' heye. Ev qezenca herî mezin e. Jin li Kurdistanê û hemû cîhanê hîna jî têdikoşin. Jin wê ji çar aliyên cîhanê li qadên 8’ê Adarê bin. Li gelek navendan wê mîtîng û mîhrîcan bên lidarxistin. Di çarçoveya dirûşmeyê de hem em ê serhildana xwe ya li dijî kuştina jinan mezin bikin û hem jî têkoşîna azadiyê bidomînin.”
MA / Rukiye Payiz Adıgüzel