ÎZMÎR - Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû dest pê kir, lê bi vê re pêkanînên binçavkirin, girtin û tayinkirina qeyûman berdewam dikin. Tiştên diqewimin, hem hevdîtin hem jî provakasyonên di pêvajoya 2011-2015'an de bibîr dixin.
Bandorên banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand, didomin.
Piştî vê bangê PKK’ê ragihand ku agirbest îlan kiriye û ji bo çekdanînê divê kongre ji aliyê Abdullah Ocalan ve bê komkirin.
Li gel biryara agirbestê jî operasyonên leşkerî didomin. Ev, tiştên ku di navbera salên 2011 û 2015'an de qewimîn tînin bîra mirovan. Di hevdîtinên ku di sala 2011'an de dest pê kirin û di sala 2012'an de ji aliyê serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ve hat ragihandin, pêvajoya diyalogê tevî hemû provokasyon û neyînîyan heta civîna 28'ê Sibata 2015'an li Dolmabahçeyê dewam kir. Lê belê Erdogan di 22'yê Adara 2015'an de di balafira ku ji Ukraynayê vedigeriya de axivî û diyar kir ku ew daxuyaniya Dolmabahçeyê rast nabînin û daxuyaniya ku dawî li pêvajoyê anî da.
Provakasyonên ku di wê pêvajoyê de çêbûn;
* Di 14’ê Tîrmeha 2011’an de dema ku muzakereyên wê demê dewam dikirin, di şerê li navçeya Amed Farqînê de 13 leşker û 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
* Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer de 34 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
* Ji kesayetên girîng ên tevgera kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê di sûîqestekê de hatin qetilkirin.
* Di vê pêvajoyê de, di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de di êrişên berxwedana Kobanê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.
PÊVAJO QEDIYA PEVÇÛN DEST PÊ KIRIN
Piştî ku Erdogan ragihand ku ew pêvajoyê qebûl nakin, nakokî zêde bûn û dema binçavkirin, girtin û qeyûman dest pê kir.
* Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Riha Pirsûsê 34, 10’ê Cotmeha 2015’an li ber Gara Trenê ya Enqereyê 103, di 5’ê Hezîrana 2015’an de jî di êrişên xwekujî yên di mîtînga HDP’ê ya Amedê de 5 kes hatin qetilkirin.
* Di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs di mala xwe de hatin kuştin.
* Di 13'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Giyadînê ya Agirî Orhan Aslan ê 16 salî û Muhammet Aydemîr ê 15 salî li nanpêjxaneya ku lê dixebitîn, wekî "terorîst" hatin lansekirin û qetilkirin.
* Her ku pevçûn zêde bûn, qedexeyên derketina derve û pêkanînên antîdemokratîk jî zêde bûn. Li gorî daneyên Navenda Belgekirina Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê; ji pêvajoya 16'ê Tebaxa 2015'an heta 1'ê Çileya 2020'an, li 11 bajaran û 51 navçeyan herî kêm 381 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin.
* Li gelek bajaran bi biryarên walîtiyê xwepêşandan hatin qedexekirin, li Wanê jî qedexeya xwepêşandanan ji 21'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir û zêdeyî 5 salan dewam kir. Bejahiya Şirnex û navçeyên wê, ji sala 2015'an û vir ve bi biryarên 'ewlehiya taybet' ên walîtiyê hatin qedexekirin. Ev qedexe hê jî didome.
PIŞTÎ BANGA BAHÇELÎ 11 QEYÛM
Di pêvajoya ku bi banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 22’yê Cotmeha 2024’an de dest pê kir û heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê dest bi hevdîtinan kir, pêkanînên binçavkirin, girtin û qeyûman dewam kirin.
* Piştî banga Bahçelî qeyûm tayinî şaredariya Esenyurt, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlih û Xelfetiya Rihayê, şaredariya Dêrsim û Pilurê, şaredariya Miks a Wanê, Şaredariya Akdenîza Mêrsînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Qaxizman a Qersê hat kirin.
HDK HEDEF HAT GIRTIN
* Tevî qeyûman bi sedan kes hatin binçavkirin û bi dehan kes jî hatin girtin. Bi girtinan Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hedef hat girtin û di çarçoveya lêpirsîna "Lihevkirina Bajêr" a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 11'ê Sibatê de di avêtina ser malan de du cîgirên şaredaran jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin û ev kes di 12'ê Sibatê de hatin girtin.
* Her wiha di çaçroveya lêpirsîna li hemberî HDK'ê de di 18'ê Sibatê de li 10 bajaran di avêtina ser malan de rojnamevan, siyasetmedar, hunermedn û siyasetmedar jî di nav de 51 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin û ji van kesn 30 kes hatin girtin û 13 kes bi hepsa malê hatin girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
* Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Parêzer Firat Epözdemir di 25'ê Çileyê de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin. Sedemên girtina Epozdemir wekî ketina nav lîsteya delegeyên HDK'ê û tevlîbûna çalakiyên HDK'ê hatin diyarkirin.
* Di operasyona li dijî endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku pêkhateyên HDK'ê ne, 41 kes hatin binçavkirin.
* Di vê operasyonê de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Hatîce Denîz Aktaş û Berdevka SKM'ê Tanya Kara jî di nav de 34 kes hatin binçavkirin.
BI DEHAN KES HATIN GIRTIN
* Di vê pêvajoyê de rojnameger jî hatin hedefgirtin; rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû yên di 17’ê Çile de hatibûn binçavkirin, Eylem Babayîgît a di 22’ê Çile de hatibû binçavkirin û rojnameger Oznûr Deger jî di 7’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
* Dîsa di 21’ê Kanûna 2024’an de 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên ku di daxuyaniya li Stenbolê ya ji bo rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
* 11 kesên ku bi îdiaya ku bi Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin re têkiliya wan heye û di operasyonên ku li Wan, Mêrsîn û Stenbolê hatin kirin de hatibûn binçavkirin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Mêrsînê Reşat Aşan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrsînê Fatmagûl Demîrtaş û Alaattîn Erdogan, Selman Gunbat, Faîk Kaplan û Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan û Hevserokê DBP'ê yên Wanê yên berê Harûn Okay jî hebûn.
* Li aliyê din ji 22’ê Cotmehê û vir ve li Wan, Mêrsîn, Êlih, Dêrsim, Amed, Îzmîr, Şirnex, Merdîn, Riha, Edene, Amed û Sêrtê bi dehan kes hatin girtin.
MA / Tolga Guney