Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe

img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, got: "Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê birêz Ocalan azad bibe.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ragihand. Ji bo banga ku weke “Banga sedsalê” tê pênasekirin, ji Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îsraîl, Yekitiya Ewropayê (YE), DYA heta gelek derdorên cuda piştgirî hate dayin. Piştî bangê, PKK’ê jî agirbest ragihand û piştgirî da. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî banga Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand. 
 
Bayindir, diyar kir ku Abdullah Ocalan konjonktura navneteweyî, hevkêşeyên herêmî û hevsengiyên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê nirxandiye û di demekî dîrokî de bang kiriye. Bayindir, diyar kir ku ji Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê piştgiriyeke mezin ji bo bangê hebû û got: “Ya yekemîn; birêz Ocalan konjonktura cîhan, herêm û Tirkiyeyê baş nirxand û wisa ev bang kir. Ya duyemîn jî; di demekê ku siyaseta şer li seranserî cîhanê formulan pêş dixe de bi nexşerêyeke pir cuda ya çareseriyê ya kûrewî, herêmî û neteweyî derket holê. Lewma ewqas deng veda.” 
 
‘OCALAN MODÊLEKE CUDA YA ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ KIR’
 
Bi domdarî Bayindir anî ziman ku di demekê ku li seranserî cîhanê şer tê kirin û bi rêya siyaseta hêzê hevkêşe tên diyarkirin de Abdullah Ocalan hizra her kesî ji siyaseta şer, wêranî û mirina digerîne nexşerêya veguherînên demokratîk, demokrasî û aştiyê. Bayindir, wiha domand: “Nîşanî hemû gelên Tirkiye, herêm û cîhanê da ku aqilekî çareseriyê dibe û hîmên wê yên sereke jî civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û aştî ye. Tişta ku banga birêz Ocalan cuda dike ew e ku ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî modeleke cuda ya çareseriyê, stratejiyeke nû, modêleke rêxistinkirina civakê û ya siyasî ya nû raber dike. Lewma bi rastî jî li cihekî pir dîrokî û girîng disekine.” 
 
CÎHANÊ BANGA OCALAN ÇAWA DÎT?
 
Bayindir, got ku Abdullah Ocalan gavekî wisa avêt ku êdî hem di qada navneteweyî de hem jî li qada kûrewî û herêmî her kes ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin piştgiriyê dide. Bayindir, got: “Her kes neçar ma ku piştgiriyê bide û zemîna berjewendiyên xwe jî di vir de dît. Sedema peyamên piştgiriyê yên DYA, Almanya, NY, YE û hwd. jî ev e. Tişta ku me keyfxweş dike ew e ku hem gelên Tirkiyeyê hem jî civaka Kurdistanê piştgiriyeke xurt dide. Lewma jî divê ev piştgiriye were birêxistinkirin û li ser îktîdar û dewletê veguhere zextekî demokratîk da ku ji kontrola şexsan derkeve û bikeve kontrol û misogeriya gelan.” 
 
Bayindir, destnîşan kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hem ji bo guherîn û veguherîna PKK’ê rê hate vekirin hem jî hinceta dewletê ya ji bo êrişan ji holê hatiye rakirin û wiha domand: “Heke meseleyê tenê girêdayî çekberdana PKK’ê bikin û wiha teng bikin, wê demê ev tê wê wateyê ku firsenda birêz Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û cîhanê baş nehatiye fêmkirin. Weke karê ewil, birêz Ocalan çeka di destê kesên siyaseta şer, polîtîkayên qirkirinê, nîjadperestiyê û înkarê dimeşînin de ji destê wan girt. Zemîneke ku gel bi hev re bikarin biaxivin û li ser bingeheke demokratîk lihev bikin ava kir. Li ser vê zemînê jî dikare daxwazên Kurdan ên weke ziman, çandê bi qanûn, destûra bingehîn û sererastkirinên demokratîk were çareserkirin. Tişta esasî ya ku birêz Ocalan dixwaze bala me bide ser, paradîgmaya civaka demokratîk e. Di vê mijarê de înîsiyatîfeke dîrokî li xwe digire. Li dijî nîjadperestî, neteweperestî û înkarê; civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û aştî pêşkeş kir û berpirsyartî xist ser milê tevahiya civakên Tirkiyeyê. Anku di heman demê de banga xwedîderketinê li civakan jî dike. Lewma jî hewceye hemû derdorên civakê di asta herî jor de xwedî li banga birêz Ocalan derkevin.” 
 
LI REXEKÎ HEVDÎTIN LI REXA DIN ÊRIŞ HENE 
 
Di berdewamê de Bayindir diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewlet û îktîdar jî gavan biavêje û ev nirxandin kir: “PKK’ê piştî banga birêz Ocalan agirbest ragihand û got ku dê bi îradeyeke mezin xwedî li banga birêz Ocalan derkevin. Gelek gavên dîrokî yên divê dewlet û îktîdar jî biavêje hene. Ji bo vê jî divê operasyonên leşkerî û siyasî tavilê bên sekinandin, ji bo pêwendiyên bi PKK û birêz Ocalan re divê şert û mercên guncav ên demokratîk û ewlehiyê bên avakirin. Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike. Divê dewlet û îktîdar bêhtir hesas nêz bibin.” 
 
ZIMANÊ MEDYAYÊ
 
Bayindir, daxuyand ku Abdullah Ocalan bi taybet jî li ser avakirina civaka demokratîk û zimanê aştiyê disekine û wiha pê de çû: “Ji vî alî ve avakirina zimanê aştî û demokasiyê, ji bo me gelek girîng e. Divê her kes ji zimanê cihêkar, neteweperest ê zemîna berê gelê didin hev, dûr bisekine. Di vê mijarê de jî berpirsyartiya herî girîng dikeve ser milê îktîdar û medyaya alîgirên wan e. Divê her kes weke berpirsyartiyekê zimanê aştî, çareseriya demokratîk û lihevkirinê pêş bixe. Zimanê înkarger û nîjadperest ê medyaya tikriyeyê yek ji zemîna herî mezin a sabotekirina pêvajoyê ye. Hewceye îktîdar û medyaya alîgir ji zimanê neyînî dûr bikeve û zimanekê bingeha çareseriya demokratîk ava dike bi kar bîne.” 
 
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZADIYÊ YÊN OCALAN BÊN AVAKIRIN’
 
Bayindir, got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê teqez û demildest şert û mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan bên avakirin û ev tişt anî ziman: “Divê mercên ku birêz Ocalan bikare bi rehetî pêwendiyan bi PKK û derdorên cuda re deyne bên avakirin. Ji bo vê jî divê weke gava ewil mercên azadiyê yên birêz Ocalan bên avakirin. Temînata herî mezin a silametiya vê pêvajoyê ew e ku birêz Ocalan bi awayekî çalak pêşengtiyê bike. Di vê mijarê de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê dewlet û îktîdarê.” 
 
ROLA MECLISÊ
 
Bayindir, daxuyand ku Abdullah Ocalan niha pêşiya siyaseta Tirkiyeyê ya xitimî vedike û berpirsyartiyeke dîrokî li xwe digire. Bayindir, got: “Birêz Ocalan di wê baweriyê de ye ku mafên nasname û kolektîf ên Kurdan li Meclisê dikarin bên çareserkirin. Ev tespît, berpirsyartiyê dixe ser milê muxalefeta civakî û siyasî ya Tirkiyeyê. Lewma jî Meclis pir krîtîk e. Di înkara dîrokî ya pirsgirêka Kurd de Meclisê rolekî neyînî lîst û birêz Ocalan bi vê banga xwe hewl dide piştî 100 salan Meclis xwe ji vê pozîsyonê derxîne û bibe zemîna çareseriyê. Bangên muxalefeta civakî ya piştî bangê girîng in lê têr nakin. Divê muxalefeta siyasî ji bo avêtina gavan û sererastkirinên hiqûqî peywira xwe pêk bîne. Di mijara qanûn, destûra bingehîn û guhertinan de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê muxalefetê. Divê di vê mijarê de pêşengtiyê bikin. Birêz Ocalan bi banga xwe hemû astengiyên li pêşiya muxalefetê rakir. Lewma jî divê muxalefet ji bo çareseriya pirsgirêkê Meclisê bide zorê da ku berpirsyartiya xwe pêk bîne.” 
 
HELWESTA GEL 
 
Keskîn Bayindir, anî ziman ku heke birêz Ocalan înîstiyatîfe pêş xistibe, ya ku divê vê înîsiyatîfê mezin bike, pêş bixe û li pişt wê bisekine xwedîderketina civakê ye û wiha pê de çû: “Lewma ji hêla gel ve têkoşîn derbasî qonaxeke pir cuda bû. Bêguman civak di mijara PKK’ê de gelek hestiyar e û hestiyar nêz dibe. Ji hêla manewî ve cihê wê yê di nava civakê de pir cuda ye. Di qonaxa herî krîtîk a dîrokê de birêz Ocalan vê bangê li gel dike. Divê civak vê berpirsyartiya dîrokî li xwe bigire. Ji hêla me, siyaset û gelê Kurd ve têkoşîn bi berekê pir berfirehtir ve zemîn ji xwe re dît û em di nava derfetên pir mezintir û baştir de ne. Lewma divê jin, ciwan, dayik û hemû beşên civakê bi berpirsyartî nêzî banga birêz Ocalan bibin û berpirsyartiyê li xwe bigirin. Banga birêz Ocalan vê berpirsyartiyê li me ferz dike. Dixwazim bibêjim ku ji bo her yek ji me têkoşîn nû dest pê dike, berpirsyartiyên me yên dîrokî ji nû ve hatin pênasekirin. Divê em tevek jî bi coş û kelecaneke mezin ji bo serkeftinê têbikoşin. Tu luksa tu kes ji me nîne ku ji têkoşînê dûr bisekinin û xwe bidin paş. Li gorî min berpirsyartiya çareseriya vê pirsgirêkê, li ser milê gelên Tirkiyeyê ye. Di vê mijarê de baweriya me ya bi gelên Tirkiye û Kurdistanê tam e.” 
 
CIVÎNÊN BI GEL RE 
 
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser bernameya civînên li zêdetirî 100 navendan dê bi gel re bên lidarxistin û got: “Em dixwazin banga birêz Ocalan bi awayekî herî tendurist bi gel re parve bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi gel re bicivin. Ev xebat dê ji hefteya pêş ve dest pê bike. Ev 8’ê Adarê û Newroz dê ji bo me ji yên berê hinek cudatir be. Divê bêhtir bi coş bin. Dê Newroz bibe Newroza aştî, azadî û civaka demokratîk. Li gorî min dê Newroza 2025’an bibe Newroza çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya birêz Ocalan û raberkirina îradeya xwe ya bi milyonan kesan. Dê her kes bi vê berpirsyartiyê li qada Newrozê be. 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin
11:02 ‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’
10:36 MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne
10:33 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavan biavêje û agirbestê ragihîne
10:29 'Divê di pêvajoya muzakereyan de jin hebin'
09:58 Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan
09:54 Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e
09:40 Di banga dîrokî de 10 rojên krîtîk: Gelo dê dewlet gavan biavêje?
09:38 Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
09:06 Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin
09:05 Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin
09:04 Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Ocalan li Amarayê bibîne
09:03 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên
09:00 ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
08:47 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
03/03/2025
21:59 Bahçelî di 27'ê Sibatê yeko yeko li endamên Şandeya Îmraliyê geriya
21:56 Gelê Cizîrê nobeda Tişrînê dewr girt
16:34 Rapora binpêkirinên mafan a girtîgehên Kirşehîrê: Dawî li binpêkirinên mafan bînin
16:00 Di doza tecawizkirina zarokê de bersûc nehate girtin
15:35 Girê Spî û Eyn Îsa tên bombebarankirin
15:30 Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
15:05 DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
15:03 Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
14:47 Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
14:36 Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
13:46 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin
13:34 GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin
13:21 Rapora MKG’ê ya Sibatê: 2 rojnamegerên jin hatin girtin
13:06 KCDP: Di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin
12:57 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir
11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
11:19 Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
11:01 Halîde Turkoglû: Dê herî zêde jin xwedî li bangê derkevin
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive