RIHA - Siyasetmedar Gultan Kişanak di şahiya 8’ê Adarê ya ku TJA’yê li Xelfetiyê li dar xistî de axivî. Gultan Kişanak, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Ji bo avakirina civaka demokratîk, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Em li dijî qirkirinên jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist. Mitîng, li Parka 4’ê Nîsanê hat lidarxistin. Bi sedan jinên li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev, ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Jinan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn û di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Li gel bi sedan jinan, her wiha Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak ên TJA’yî, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tev li bûn.
Jinan, di mitîngê de stranên Kurdî gotin, li ber govend gerandin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di mitîngê de ji ewil Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû derketin ser dikê û jin silav kirin.
Dîlan Kunt Ayan di mitîngê de got ku deriyên Îmraliyê li ber vebûnê ne û got: “Êdî têkoşîna bi sala ye tê meşandin encamê digire. Têkoşîna jinên Kurd li tevahiya cîhanê belav bû. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ di şexsê Jîna Emînî de li hemû cîhanê belav bû. Em ê paradîgmaya xwe ya azadiya jinê li hemû cîhanê belav bikin. Li dijî pergala her roj jinan qetil dike em ê her roj li qadan bin.”
'EM Ê TÊBIKOŞIN’
Aktîvîsta TJA’yê da zanîn ku di encama bedelên giran de li qadan e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan banga dîrokî ya ku her kes li bendê bû, kir. Got; ‘Hûn tevek ji bo aştî û civakeke demokratîk têbikoşin.’ Em ê bi hev re têbikoşin û xwedî li banga birêz Ocalan derkevin. Dê deriyên hemû girtîgehan bên vekirin. Dayikên bi hesreta zarokên xwe dijîn dê bigihijin zarokên xwe. Li qadan dayikên êşê dikişînin hene. Ez destê tevan maç dikim. Ev dayik dê dîsa li gel me li qadan bin. Êş û bîranînên wan dê di bîra me de bijîn. Lê ji bo avakirina jiyana nû em ê li pêşiya xwe binêrin.”
CIVAKA DEMOKRATÎK
Gultan Kişanak, bi domdarî got ku “civaka demokratîk misogeriya aştiya civakî ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo avakirina civaka demokratîk berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Em ê rêyeke pêkvejiyanê bi hev re bibînin. Civakeke demokratîk herî zêde ji bo me jinan pêwîst e. Dê wekheviya em di malên xwe de çêdikin bibe destpêka civaka demokratîk. Ji bo avakirina pêşeroja xwe dê jin bi xwe li her qadê biryara xwe bidin. Em ê civakeke nû ava bikin. Heke weke civak em demokrasiyê di nav xwe de ava bikin dê kesek nekare qeyûman lê tayîn bike.”
'EM Ê PIR MEZIN BI SER KEVIN’
Gultan Kişanak, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Civaka demokratîk tê wateya qebûlkirina îradeya her kesî. Em ê bersiveke wisa bidin qeyûm ku dê êdî kesek nekare qeyûman li îradeya me tayîn bike. Em bi rêz û hurmet îradeya gelê Xelfetiyê silav dikin. Em ê hîn mezintir bi ser kevin. An serkeftin an serkeftin.”
Mitîng, bi axaftina Sebahat Tuncel a TJA’yî domiya. Sebahat Tuncel got: "Bi banga birêz Ocalan re her tişt neqediyaye, dora dewletê ye. Ji bo dewlet gav bavêje, her kes li bendê ye. Divê gava destpêkê çi be? Azadiya birêz Ocalan û naskirina mafê hêviyê be.”
Piştî axaftinan hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û li ber stranan govend hate gerandin.