*Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de di pozîsyona garantoriyê de ye û wiha got: "Ji bo pêvajo baş derbas bibe divê sererastkirina di mijara 'mafê hêviyê' de tavilê bê kirin."
* Endama Akademiya Dîplomasiyê ya PYD'ê Îlham Mihemed got: "Projeya me projeya aştiyê ye, ne çek e. Çek, ji bo me tenê amûra parastinê ye. Amûra hebûnê nîne. Bêguman dema aştî bibe dê çek jî kêm bin."
* Rojnamegerên jin ên li her çar parçeyên Kurdistanê diyar kirin ku tevî zext û zordestiyan jî berxwedana xwe didomînin û gotin: “Em serfiraziya nivîsandina heqîqetê dijîn.”
* Der barê rojnameger Dîren Yurtseverê de bi hinceta nûçeya bi serenavê "Di Doza Kobanê de dê îtîrafkar bên guhdarkirin" doz hat vekirin.
* D.D.yê ku piştî ji PKK'yê veqetiya bi rêya "qanehkirinê" teslîmî Tirkiyeyê bû, piştî hat girtin cezayê muebbedê lê hat birîn.
* Parlamenterê berê yê AKP'ê Abdulbakî Erdogmuş anî ziman ku Abdullah Ocalan bi vê bangê erka xwe pêk aniye û got: "Niha jî divê yên din erka xwe pêk bînin. Muxatab desthilata siyasî ye."
* Dayikên Aştiyê yên Botanê bi bîr xistin ku PKK'ê bi ragihandina agirbestê bersiv daye banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Agirbesteke yekalî nabe, divê her du alî agirbestê ragihînin."
* Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de di "Civîna Jinan a Mezin" de bên cem hev û got: "Divê em li qadan bin û li dijî polîtîkayên li ser nasnameya jinê tên meşandin dengê xwe bilind bikin û aştiyê biqîrin."
* Li gelek bajaran dê çaakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bên lidarxistin. (10.00-20.00)