DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje

img
AMED - Di encamnameya civîna hevserokên DBP’ê yên bajaran û PM’ê de hate gotin ku ji bo çareseriyê divê dewlet û îktîdar zelaltir bin û gavên şênber biavêjin.  
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civîna hevserokên bajaran û endamên PM’ê li Amedê hatibû lidarxistin, parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi serokatiya Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û bi beşdariya endamên PM’ê û hevserokên bajaran civîn hatiye lidarxistin. Hat gotin ku di civînê de li ser banga Abdullah Ocalan nirxandinên berfireh hatine kirin. 
 
Di encamnameyê de ev tespît hatin rêzkirin: 
 
*Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelan û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî xwedî wateyeke dîrokî ye. Ev bang; îfadeya îradeyeke xurt a ku dê rêya aştî, azadî û wekheviyê vebike ye. Weke DBP’ê, ji bo xwedîderketina li bangê, ji bo gavên hatine avêtin veguherin pêvajoyekê û ji bo parastina destkeftiyên gelên me, em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin. 
 
*Avakirina civakeke demokratîk divê ne tenê hedef be, divê bibe şêwazê jiyanê. Ev yek, bingeha sereke ya pêkvejiyana gelan, misogerkirina azadiyan û cîbicîkirina wekhevî û edaletê ye. 
 
*Xwedîderketina li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan, ne tenê berpirsyartiyeke sîyasî ye, di heman demê de îfadeya berpirsyartiya mezin a ji bo pêşeroja gelên me ye. Îradeya wî ya çareseriyê, ji bo azadî û wekheviya gelan firsendeke û em ê nehêlin ev firsend ji dest biçe. Destkeftiyên gelê Kurd, divê bi serdema nû re bên parastin û hîn bêhtir bên pêşvebirin. 
 
*Civakîbûna pêvajoya bi pêşengtiya birêz Ocalan hatiye destpêkirin, xwedî girîngiyeke krîtîk e. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de îfadeya daxwazên hevpar ên gelan e. Xwedîderketina gelên me û tevahiya civakê ya li pêvajoyê, ji bo aştiyê û mayindebûna wê dê roleke mezin bilîze. 
 
*Ji bo ku îradeya çareseriyê li ser zemîna civakî xurt bibe, em ê di rojên pêş de li zêdetirî 100 navendan bi gel re bên gel hev û bicivin. Di çarçoveya vê plansaziyê de, em ê wan jî bikin parçeyeke vê pêvajoyê. Bi taybet jî, bi pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê re ku dê bi pêşengtiya jinan li hemû qadan bên lidarxistin, em ê biryardariya xwe ya xwedîderketina li îradeya çareseriyê bi coşeke herî mezin pratîze bikin. 
 
*Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, ji bo serkeftina pêvajoyê gelek girîng e. Ji bo ku bikare fikr û ramanên xwe bi awayekî azad rave bike, hewceye ji hêla fîzîkî ve azad bibe û mercên wî bêyî bi demê re bê vehêlan yekser bên başkirin. 
 
*Di çarçoveya van xisûsan de, di mijara çawaniya nexşerêya têkildarî çareseriyê hewceye dewlet û îktîdar xwe ji vê rewşa nediyar xelas bike, bêhtir zelal bibe û gavên şênber biavêje. Her wiha, divê zemîna parlamentoyê ku birêz Ocalan biisrar balê dikişîne ser were karîgerkirin û ji muxalefetê heta rêxistinên civaka sivîl, berpirsyartiyê bidin tevahiya civakê.” 
 
‘EM Ê BANGÊ VEGUHERÎNIN TEVGEREKE CIVAKÎ’ 
 
Piştî tespîtan, ev nirxandin hate kirin: “Weke DBP’ê, em bibiryar in ku xwedî li Banga Sedsalê ya di 27’ê Sibatê de hatiye kirin derkevin û vê pêvajoyê tevî gelê me mezin bikin. Ji bo îradeya çareseriyê bijî, ji bo daxwazên gelê me bên cîbicîkirin û aştî mayinde bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev pêvajo, ne tenê pêşniyareke siyasetê ye, di heman demê de îfadeya şênber a têkoşîna azadî û wekheviyê ya hemû gelan e. Ji bo ku ev banga birêz Ocalan bêhtir civakî bibe û veguhere tevgereke civakî, em ê tişta dikeve ser milê xwe bikin û di her gavê de ji bo aştî û çareserî bihêztir bibe bixebitin.” 
 

Sernavên din

16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin
11:02 ‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’
10:36 MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne
10:33 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavan biavêje û agirbestê ragihîne
10:29 'Divê di pêvajoya muzakereyan de jin hebin'
09:58 Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan
09:54 Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e
09:40 Di banga dîrokî de 10 rojên krîtîk: Gelo dê dewlet gavan biavêje?
09:38 Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
09:06 Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin
09:05 Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin
09:04 Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Ocalan li Amarayê bibîne
09:03 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên
09:00 ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
08:47 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
03/03/2025
21:59 Bahçelî di 27'ê Sibatê yeko yeko li endamên Şandeya Îmraliyê geriya
21:56 Gelê Cizîrê nobeda Tişrînê dewr girt
16:34 Rapora binpêkirinên mafan a girtîgehên Kirşehîrê: Dawî li binpêkirinên mafan bînin
16:00 Di doza tecawizkirina zarokê de bersûc nehate girtin
15:35 Girê Spî û Eyn Îsa tên bombebarankirin
15:30 Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
15:05 DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
15:03 Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
14:47 Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
14:36 Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
13:46 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin
13:34 GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin