AMED - Oguz Çelîk ê HPG’î li çoltarê navçeya Qaxizmanê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 6 sal piştre hate dayin. Şîna Çelîk ku li pêşiya malê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Endamê HPG’ê Oguz Çelîk (Agît Arî) di sala 2019’an li navçeya Qaxizmanê ya Qersê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan di 4’ê Adarê de radestî malbata wî hate kirin. Malbata Çelîk, sê roj berê cenazeyê zarokê xwe ji Goristana Bêkesan a Erziromê girtin û anîn navçeya Hênê ya Amedê.
NEHIŞTIN ŞÎN WERE DANÎN
Malbata Çelôk xwest li mala şînê ya li navçeyê şîna xwe danin. Lê belê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê li malbatê geriya û got ku ew ê destûrê nedin ku şîna xwe li mala şînê deynin. Li ser vê yekê malbata Çelîk, şîna xwe li ber deriyê mala xwe danî.
BI GIRSEYÎ HATE ZIYARETKIRIN
Şîna Çelîk, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çand a bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li şînê bûn.
Hevserokên MEBYA-DER’ê ji malbatê re sersaxî xwestin.