WAN - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz Ocalan, silavên taybet ji Dayikên Aştiyê û gelê Wanê re şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim.’”
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Li dijî qirkirinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga fînalê tê lidarxistin. Mitîng, bi axaftinan didome. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan derket ser dikê û axivî.
Pervîn Buldan, di serî de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha domand: “Em li vir careke din zîhniyeta ku bi sala ye hewl dide têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan têk bibe û keda wan nabîne, şermezar dikin. Min peyama birêz Abdullah Ocalan ji bo xelkê Wanê ku îradeya wan hate xespkirin anî. Ev 8’ê Adar e cuda ye. Nirxandinên birêz Ocalan ên têkildarî jinan û banga wî mohra xwe li vê 8’ê Adarê da. Di 27’ê Sibatê de bangekî dîrokî hate kirin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de ji bo jinan û ciwanan bû. Divê em tevek xwedî lê derkevin ku xeyalên me mezin dike. Di vê bangê de bendewariya herî mezin ji jinan e. Ji ber ku ji bo jinan zayînek e. Lewma em ê pir xurt xwedî li vê bangê derkevin. Em ê bibin yek û xwedî li pêvajoyê derkevin.”
‘DORA AVÊTINA GAVÊN QANÛNÎ YE’
Bi domdarî Pervîn Buldan anî ziman ku bi sala ye êş û bedelên giran hatine dayin û wiha pê de çû: “Her yek ji me hezkiriyên xwe, zarokên xwe winda kirin. Em êdî naxwazin zarok û hezkiriyên me bikevin bin axê. Lewma bila kesek nekeve pey sabotekirina vê pêvajoyê. Bila kesek xeletiyan neke, xelet nefikire û biryarên xelet nede. Me ji bo pêşî li siyaseta demokratîk vekin bi salan li ber xwe da. Rêya siyaseta demokratîk, bi xespkirina îradeya bajarekî nayê vekirin. Bi girtina pora jinan û kaşkirina wan a li nava kolanên Wanê venabe. Her kes mecbûr e vê hesasiyetê nîşan bide. Bendewariyên me hene û divê li gorî van bendewariyan jî gav bên avêtin. Divê demek beriya demekî qanûn bên derxistin, çarçoveyek jê re bê çêkirin, reform bên kirin û bi komeqanûnan re pêvajo bê misogerkirin. Hesasiyeteke bi vî rengî heye. Ji bo banga aştî û civaka demokratîk pêk bê, avêtina van gavan gelek girîng e.”
JI OCALAN JO BO WANÊ PEYAMA TAYBET
Di berdewamê de Pervîn Buldanê anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Dayikên Aştiyê û gelê Wanê peyameke taybet şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, ji bo dayikên me yên aştiyê û gelê Wanê peyameke taybet şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo îradeya ku her 14 şaredarî bi dest xistî digirim.’ Wan, bajarekî birîndar e. Hevşaredarên me ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Gelê Wanê bertekeke mezin nîşan da. Hevalên me yên di zindanan de gotin ku ew bi pêvajoyê re ne. Di her serdanan de kesên em pê re hevdîtinê dikin qala hesasiyetên pêvajoyê dikin û wate nadin tayînkirina qeyûman. Em di wê baweriyê de ne ku dê her tişt baştir bibe. Em careke din dibêjin ku divê hevşaredarên me dîsa li peywira xwe vegerin. Bi paşvevegerandina li peywirê ya hemû hevşaredarên me dê ji bo pêvjaoyê jî sûdewer be. Azadbûna hevalên me Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Bekir Kaya û hevalên din ên hêja dê ji bo pêvajoyê sûdewer be. Divê hesasiyet û bendewariyên gelê Kurd esas bên girtin.
Gelê Kurd dibêje; ‘Bila îradeya me neyê xespkirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bila nasnameya me were naskirin.’ Lewma jî divê di mijara hesasiyeta vê pêvajoyê de her du alî jî baldar bin. Kurd, Tirk û her kes divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku em bikarin aştiyê bînin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku ne Tirk ne Kurd divê tu kes canê xwe ji dest nede. Em Kurd û Tirk mecbûr in mil bidin milên hev. Em mecbûr in li rex birêz Ocalan cih bigirin û piştgiriyê bidin. Em mecbûr in vê pêvajoyê derbasî qonaxa aştiyê bikin. Hêviya me ya ji gelê Wanê jî ev e. Bila serê kesek gumanan nebe. Divê her kes bizane ku birêz Ocalan xeletiyan nake û divê her kes birêz ocalan baş nas bike.”