NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha û Hatayê komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Ev qirkirin e. Divê her kes dengê xwe derxîne.”
Li Sûriyeyê ku piştî hilweşandina rejîma Esad, Heyet Tehrî El Şamê (HTŞ) rêveberiya demkî ragihand, li dijî Elewiyan êriş û qirkirin tên krin. Komkujiyên li dijî Elewiyan li Riha û Hatayê hatin protestokirin.
RIHA
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Pirsûs a Rihayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û komkujî protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Qirkirin û komkujiyan bidin sekinandin, em bi Elewiyan re ne” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî di daxuyaniyê de komkujî şermezar kir û got ku jiyaneke azad mafê hemû gelên Sûriyeyê ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî komkujiya li dijî Elewiyan şermezar kir û got: “Divê îktîdar li dijî van komkujiyan dengê xwe derxîne. Weke xelkê Pirsûsê em bi gelê Elewî re ne.”
'DIVÊ DENG WERE DERXISTIN’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û berxwedana li dijî êrişan bibîrxist. Ayla Akat Ata, diyar kir ku heman zîhniyet îro Elewiyan qetil dike û wiha got: “Divê hêj komkujî mezintir nebûyî her kes dengê xwe derxîne. Divê hemû rêxistinên mafên mirovan îro li gel gelê Sûriyeyê bin. Divê tevgera jinan a Tirkiyeyê bi jinên Sûriyeyî re bin. Ewke TJA’yê em li cem jinan e.”
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî diyar kir ku êrişên li dijî Elewiyan weke “qirkirin” pênase kir û got: “Bi hezaran Elewî hatin qetilkirin. Ev nayê qebûlkirin.”
HATAY
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îskenderûnê jî têkildarî mijarê li Parka Saglikli Yaşamê daxuyanî da. Nûnerên saziyan û gelek kes tev li bûn. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Coşkun Selçuk diyar kir ku wehşeta HTŞ’ê ji ya DAIŞ’ê kêmtir nîne û êrişên heyî weke “qirkirin” pênase kir. Selçuk, destnîşan kir ku tundî, gef, bûyerên revandin û înfazên li dijî Elewiyan derketine lûtkeyê û li pêş çavên cîhanê sivîl tên qetilkirin. Coşkun, anî ziman ku tekane rêya xelasiya ji van êrişan avakirina pergaleke wekhev, azad û demokratîk e.
Selçûk, bang li hemû cîhanê kir ku li dijî qirkirina li ser Elewî, Kurd, Êzidî, Durzî, Suryan û Xiristiyanan bikevin nava teverê. Selçûk, qirkirin şermezar kir û got: “Em van qirkirinan qebûl nakin.”