'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'

img

AMED - Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Xana Axparê bûn diyar kirin ku ew ê bi tevlîbûna Newroza Amedê bersivê bidin banga Abdullah Ocalan û gotin: "Çavên me hemûyan li Newroza Amedê ye. Di 21 'ê Adarê de em ê hemû li erdê bin û bersivê bidin bangawaziyê."

Coşa Newroza ku îsal li 89 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ tê lidarxistin, bênavber dewam dike. Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajar û navçeyan dewam dikin. Di pîrozbahiyan de hemû çav li Newroza Amedê ne ku wê di 21 'ê Adarê de bê pîrozkirin. Welatiyên li taxa Xana Axpar a Amedê ku yek ji cihên ku duh pîrozbahî lê hate lidarxistin, diyar kirin ku li benda Newroza Amedê ne. Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya li Parka Nûjiyan bûn diyar kirin ku wê daxwazên xwe yên ji qadan bi awayekî li gorî Newroza dîrokî biqîrin.
 
'HER DU DESTÊN ME DI NAVA XWÎNÊ DE BIN JÎ EM Ê BEŞDAR BIBIN'
 
Ceylan Ateş ku bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî Newrozê bû, diyar kir ku Newroz ji bo kurdan tê wateya aştî û azadiyê. Ceylan Ateş da zanîn ku ew dixwaze Newroza 2025'an bibe wesîleya aştiyê û wiha got: "Em hewl didin vê daxwaza xwe li qadan bînin ziman. Ji ber vê yekê her du destên me din ava xwînê de be jî em ê beşdarî Newroza Amedê bibin. Em ji Newroza îsal bêhtir bi kelecan in. Em bi çar çavan li benda 21 'ê Adarê ne. Wê rojê ji her derê Tirkiyeyê mirov bên Newroza Amedê."
 
JI NEXWEŞXANEYÊ DERKET HAT NEWROZÊ
 
Munîre Kurt ku piştî ji nexweşxaneyê derket hat qada Newrozê diyar kir ku ew dixwazin Newroz aştî û wekheviyê bîne. Munîre Kurt diyar kir ku ew ê di 21 'ê Adarê de biçe Newroza Amedê û wiha got: "Hêvîdarim wê aştiyê bîne tevahiya cîhanê. Em aştiyê dixwazin, lê divê wekhevî be."
 
Saîme Aslan diyar kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyên aştiyê zêdetir bûne û diyar kir ku bi vê bangê re gavek hatiye avêtin û divê aliyê din jî vê yekê nîşan bide ku ew aştiyê dixwaze û wiha got: "Eger di 21'ê Adarê de nemirim, ez ê li wê qadê bim."
 
DÊ GOTINA XWE DI NEWROZÊ DE BÎNIN ZIMAN
 
Huseyîn Tûnç da xuyakirin ku ji bo daxwaza aştiyê ew ê li Amedê be û wiha got: "Em dixwazin agirê şer êdî bê vemirandin. Bila di Newrozê li şûna agirê şer agirê Newrozê bê gurkirin.”
 
Îbrahîm Tekîn ê ji Kocaeliyê ji bo beşdarî Newroza Amedê bibe hat wiha got: "Ji bo Kurdan hiqûq çi be em dixwazin. Di 21'ê Adarê de ez ê beşdarî Newroza Amedê bibim. Kurd divê wê rojê li wir bin da ku bibînin ku ew hene. Weke gelê Kurd em ê li wir gotinên xwe bînin ziman."
 
Zîlan Çaki, anî ziman ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de hat kirin, ji bo daxwaza aştî û biratiyê xurt bikin li qadan Newrozê pêşwazî dikin. Zîlan Çaki diyar kir ku ji bo ew bibêje; ‘Em li vir in’ dê di 21 'ê Adarê de biçe Newrozê û wiha got: "Ji bo piştgiriyê bidin banga Abdullah Ocalan em ê li wir bin. Weke gelê Kurd em ê peyama xwe li qadên Newrozê bidin. Vê carê divê mirov ji bo aştiyê werin Qada Newrozê. Divê em hemû bi rengekî ku li gorî banga dîrokî be li qadan bin."
 
‘DI NEWROZA AMEDÊ DE DÊ DÎROK WERE NIVÎSANDIN’
 
Delal Aslan diyar kir ku ew her sal li benda Newrozê ne, lê bi banga wan heyecana wan du qat zêde dibe wiha got: "Em dizanin ku wê bi milyonan kes beşdarî Newroza ku wê li Amedê bê lidarxistin bibin. Em bi çar çavan li benda vê ne. Li vir li qadê em Newrozê pîroz dikin lê çavên me hemûyan li Newroza Amedê ye. Di 21 'ê Adarê de em ê hemû li erdê bin û bersivê bidin bangawaziyê." 
 
Berdan Akyüz da zanîn ku Kurdan her tim aştî xwestiye û wiha got: "Ji bo ev banga birêz Ocalan ku daxwaza wî ya aştiyê ye hîn bi dengekî bilindtir bê ziman, em ê bi tevahî li qadan bin. Bila dinya vê bibihîze û bizanibe; Kurd bi sekna xwe her tim bûye dîrok. Bi sekna xwe dîrok ronî kirin û coş kirin. Di vê pêvajoyê de pozîsyona Kurdan wê dîsa dîrokî be. Ciwanên Kurd bi sekna xwe dîrok afirandine. Kurd wê dîrok, xweza û nasnameya xwe biparêzin. Em ê ji bo aştiyê li qadan bin."
 
Li aliyê din Hatîp Tekîn jî anî ziman ku Newroza 2025'an di warê girîngiyê de cuda ye û piştî banga aştiyê Newroz bêhtir dîrokî bûye.
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl
 

Sernavên din

23/03/2025
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin