Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê

img

STENBOL - Di yekemîn danişîna doza rojnamegera girtî Eylem Babayîgît de biryara berdanê hat dayîn.

Yekemîn rûniştina doza ku rojnamegera girtî Eylem Babayîgît bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Eylem Babayîgît û parêzerên wî di rûniştinê de amade bûn. Di rûniştinê de nûnerên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), her wiha gelek kes amade bûn.
 
'BERNAME WEK SÛC HATIN DÎTIN'
 
Eylem Babayigît a piştî nasnameyê parastina xwe kir û wiha got: "Ez rojnamevan im. Îfadeyên ku mêvanên bernameyê di bernameyên min de bi kar dianîn, weke sûc hatine hesibandin. Hemû bernameyên min di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne. Min di warên cuda yên wekî jin, ked, hawirdor û aboriyê de bername çêkirin. Di bernameya navborî ya bi navê Mercekê de min gelek bername çêkirin, lê tenê çend heb li ber min tên danîn û weke sûc tên nîşandan. Di nava 2 mehên ez li vir bûm de min nekarî xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînim. Li ser vê bingehê, ji ber ku ez li pey rastî û heqîqetê bûm, min ev bername çêkirin. Mafê min ê çêkirina nûçeyan ji destê min hat girtin û mafê agahdarkirinê yê gel hat astengkirin."
 
'SÛCDARKIRIN BÊHIQÛQÎ NE'
 
Piştre parêzera Eylem Babayîgît, Nagehan Avçîl wiha got: "Behsa naverokên 10 nûçeyan tê kirin. Peyva 'Kurdistan' endamtiya rêxistinê tê hesibandin. Dîsa tecrîda Îmralî jî wekî endamtî hat hesibandin. Bername yên ji sala 2023'an heta 2024'an in. Sal û nîvek derbas bû. Di warê maweyê de krîmînalîzekirina bernameyê li dijî hiqûqê ye. Di rastiyê de dozgerê lêpirsînê armanca xwe eşkere kir û hat destnîşankirin ku bikaranîna gotina wî ya 'girtî û dîlgirtî' ji bo kesên di greva birçîbûnê yên wê demê de û bikaranîna wî ya van gotinan 'zerar' daye îtibara hikûmetê. Yanî tê wê wateyê ku berevajî îdeolojiya fermî ye, dozger li vir nirxandina xwe ya şexsî kir. Diyar e ku li vir ti aliyê hiqûqî ya dosyayê nîn e. Dibêje ji bo ku 'propagandaya rêxistinê' be divê li dijî tundiyê teşwîq were kirin. Di van weşanan de şîdet nîne. Dadgeha Destûra Bingehîn jî gotina girtî bi kar tîne, lê dozger ev gotin weke delîla 'endametiya rêxistina terorê' hatiye pêşkêşkirin.”
 
DAXWAZA BERAETÊ
 
Nagehan Avçil gotinên xwe wiha dewam kir: "Şert û mercên endametiya rêxistinê diyar in. Doza îro li ser azadiya çapemeniyê ye. Muwekîlê min ji ber ku li gorî xwestekên hikûmeta heyî weşan nekiriye tê darizandin. Beriya niha li Eskîşehîrê operasyon hatibû kirin. Nivîsên di Ozgur Polîtîkayê de hatin weşandin weke delîl hatin bikaranîn. Lê belê li wir biryara girtinê nehat dayîn. Ya esasî darizandina bê girtin e. Li aliyê din hemû lêpirsîn ji ber sedema ku der barê birayê wî de lêpirsîn heye. Em daxwaza berdanê û piştre jî beraetê daxwaz dikin."
 
Piştre dozgeriyê xwest Eylem Babayîgît bi sûcê ‘propagandaya rêxistina terorê’ bê cezakirin û daxwaza berdanê kir.
 
CEZA DAN Û SERBEST BERDAN
 
Parêzer Nagehan Avçîl ku piştî daxwaza dozger a ji bo cezakirinê careke mafê axaftinê wergirt, bi bîr xist ku gotinên ‘Kurdistan, Îmralî tecrîd, girtî’ tundiyê nahewîne û ji ber vê yekê jî ‘propagandaya rêxistinê’ nîne. Nagehan Avçil eşkere kir ku piştî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berzkirina dirûşmên der barê Abdullah Ocalan de jî ne sûc e û got ku ev gotin ne ‘propagandaya rêxistinê’ ne û wiha got: “Îro her kes li ser daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diaxive. Qanûn li ser bingeha şexsekî tê darizandin? Eger mehkûmiyetek bi 3 gotinan bê kirin, azadiya ramanê nîne. Em daxwaza beraetê dikin."
 
Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdîaya ‘propagandaya rêxistina terorê kiriye’ salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtinê da Eylem Babayîgît û eşkerekirina biryarê taloq kir.
 
Der barê Eylem Babayîgît de biryara serbest berdanê hat dayîn.
 

Sernavên din

23/03/2025
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin